Konê nobedariyê bigirseyî tên ziyaretkirin

Konê nobedariyê bigirseyî tên ziyaretkirin

"Konê nobedariya jinan" yê li taxa Sumbul ya Colemêrgê ji aliyê DOKH'ê ve bi armanca pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG’ê bişopîne hate vedan di roja 8'emîn de ji aliyê jinan ve hate ziyaretkirin.

Çalakiya jinan a li "Konê nobedariya jinan" yê li taxa Sumbul ya Colemêrgê ji aliyê DOKH'ê ve bi armanca pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne hate vedan di roja 8'emîn de berdewam dike û kon ji aliyê jinan ve hate ziyaretkirin. Nobeta ji aliyê Dayîkên Aştiyê yên Wan, Gever û Colemêrgê duh ji aliyê Navenda Jinan a Ceren, EPÎDEM, DÎKASUM, Komeleya Jinan a SELÎS, Komleya Jinan a Ceren, KADEM, Navenda Jinan a MEYA, Kooperatîfa Jinan a Rezan, Mala Jinan a Kardelen, Navenda Jinan a SELÎS a Êlihê, Navenda Jinan a Nujîn a Bîsmîlê, Navenda Jinan a Jînwar a Çinarê, Navenda Jinan a Nujiyan a Lîceyê û Dayîkên Aştiyê yên Amedê yên ji Amed û Êlihê hatin dewr hatibû girtin.

Di kon de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin û ji bo gêrîlayê PKK di meha gulanê de jiyana xwe ji dest da mewlîd hate dayîn. Piştî mewlîdê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Endama MYK'ê ya BDP'ê Nejla Yildirim, KURDÎ-DER, GOÇ-DER, VAKASUM, KESK, Navenda Çandê ya Nuda, HDK, Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Wanê, Endamên meclîsa giştî û Dayîkên Aştiyê yên Elbakê bi girseyî kon ziyaret kirin.

Çalakiya jinan berdewam dike.