Konê jinan tê ziyaretkirin

Konê jinan tê ziyaretkirin

Konê DOKH'ê li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji bo çareseriyê vedan ji aliyê dayîkên Roboskî û BDP'iyan ve hate ziyaretkirin.

Konê DOKH'ê yê li bajaroka Gundikê Melê ya di navbera çiyayên Cudî û Besta dimen ji bo pêvajoya vekişandinê bişopîne vekirin ji aliyê Dayîkên Roboskî û BDP'ê ve hate ziyaretkirin. Dayîkên Roboskî jinên Qilebanê yên di kon de nobeta yekemîn girtin ziyart kirin. Dayîkên Roboskî wêneyên zarokên xwe yên di komkujiyê de hatin qetilkirin hilgirtin. Dayîk ji aliyê jinên di kon de hatin pêşwazîkirin. Di saetên nîvro de jî Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Wekîlê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din jî kon ziyaret kirin.