"Konê Çareseriyê" li Çiyayê Bagokê tê vedan

"Konê Çareseriyê" li Çiyayê Bagokê tê vedan

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê ji bo tevlîbûna vekirina "konê çarseriyê" yê ku dê li Çiyayê Bagokê vebikin bang li hemû kesî kir.

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê têkildarî vekirina "konê çareseriyê" yê dê ji aliyê Rêxistina BDD'ê ya Mêrdînê bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopînin di 1'ê hezîranê de li Çiyayê Bagokê vebike civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Nisêbînê Abdulbarî Eren axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de bang li hemû gelê kurd kir û pêvajoyekî nû da destpêkirin û wiha got: "Gelê kurd bi gavên avêtin û daxuyaniyên dayîn xwedî li vê bangê derket. Gelê kurd ji bo pêvajo pêş bikeve gavên gelek mezin avêtin. Lê hikûmeta AKP'ê gavên samîmî û pratîk neavêtin. Li aliyekî li çiyayên Kurdistanê qereqolên nû tên çêkirin li aliyê din sewqiyata leşkreî berdewam dike. Li aliyekî xwezaya Kurdistanê tên tarumarkirin li aliyê din bi bendavan her derê di bin avê de dihêlin. Dewlet li hemberî girtiyên siyasî şîdetê didomîn e. Çend roj berê girtiyekî din ê siyasî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em jî weke herêma Mêrdînê ji bo şermezarkirina van yeke dê di 1'ê hezîranê de ber bi Çiyayê Bagokê ve bi rê bikevin. Em dê nobedariya çareserî, demokrasiyê û pirsgirêka kurd bigirin. Em dê li Çiyayê Bagokê çareke din bang li hikûmeta AKP'ê bikin. Heke hikûmeta AKP'ê samîmî be bila dawî li çêkirina bendavan bikin, girtiyên siyasî serbest bên berdan, dawî li çêkirina qereqolan bê kirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 1'ê hezarînê de saet di 11.00'an de tevlî meşa li ber Navenda Çandê ya Mîtannî bibin dikin."