Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘şehîdên meha Kanûnê’ bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘şehîdên meha Kanûnê’ bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘şehîdên meha Kanûnê’ bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘şehîdên meha Kanûnê’ bibîr anî. Komîteya Rêveber a PKK’ê got: “Em di pêvajoyek girîng a dîrokî ya ji bo Kurd û Kurdistanê re derbas dibin. Bicihkirina Kurdistanek azad û demokratîk di vê dema dîrokê divê soz û girêdayîna ji bo şehîdên me be.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da û şehîdên meha Kanûnê bibîr anî. Komîteyê da zanîn Tevgera Azadiya Kurdistanê wek partiya Şehîdan di her rojê de bi dehan şehîd bicih kirine û hatine van rojan. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ji bo vê me her tim got; Meşa azadiyê meşa şehîdan e, meşa berxwedêrên mezin e û meşa hêviyê ya gelê ku rabûye ser piyane. Bi vê baweriyê dema mîlîtanên PKK’ê dikevin axê em bi mirina wan ti car bawer nakin. Wan heta dawiya jiyan xwe bi fedakariyek mezin di demên herî dijwar yên têkoşînê de bedena xwe danîn holê. Havîn, zivistan, germ û sermayê de ji bo ax û azadiya xwe saniyekê xwe nedan paş û di demên herî dijwar de, ji bo bibin hêvî, xwe kirin mertal.”
Komîteya PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Şehîdên PKK’ê yên ku di meha Kanûnê de şehîd ketine ev di dîroka PKK’ê de her tim nîşan dane.
Bi vî ruh û hêviyê:
Selahattîn Kurmuş ê ji Sêweregê di dema operasyoneke di Kanûna 1981’ê de di pevçûneke bi hêzên mêtinger re tevlî karwanê şehîdan bûye.
Azîz Buyukertaş ku ji Xelfetî-Rihayê ye xwedî îrade û baweriyek mezin bû, di encama pêkanînên faşîzan ên TC’ê de di îşkenceyê de can daye.
Omer Abdullah Sevgat ê sembola herî bihêz a gelê Êzîdî bû û ji Beşîriyê bû, di 6’ê Kanûna 1987’an de di pevçûneke bi hêzên leşkerên Rirk re bi qehremaniyek mezin li ber xwe daye û tevlî karwanê şehîdan bûye. Suleyman-Mehmet Îsa Yildiz ku ji Omeriya Mêrdînê bû, nûnerekî baş ê hişmendî û berxwedanê bû.
Hasan–Davut Ekîncî ku ji Mêrdînê bû di 6’ê Kanûna 1987’an de bi komeke hevalên xwe re di kemîna dijmin de, ketin pevçûnê û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Berçem-Nuriye Demîr, Demîr ku yek ji mîlîtana hilbijartî ya têkoşîna azadiya jinê bû û ji Gimgima Mûşê bû, di 7’ê Kanûna 1997’an de li qûntarên Zagrosê, hevalê Şerîf-Mustafa Talî ku ji Qilaban-Mijinî bû heta dawiya jiyana xwe li dijî îxanet û hevkariyê berxwedan û tevlî karwanê şehîdan bûn."
Komîteyê di berdewamiya xuyaniya xwe da zanîn ku mîlîtaneke din a di xeta PKK’ê de bi fedayî meşiyaye Binevş-Husniye Oruç e û got: “Di 1’ê Kanûna 1998’an de li Licê bombeyên li ser xwe teqand û çalakiya fedayî pêk anî. Bi vê çalakiyê bûye hêza bibiryar a nîşandana ala sefkeftinê.
Di sala 2000’î de hêzên navneteweyî û hêzên mêtinger ên herêmî bi armanca tasfiyekirina tevgera azadiyê êrîş dane destpêkirin û hêzên herêmî yên Kurd jî li dijî van êrîşan li Qendîlê berxwedana herî mezin a dîroka azadiyê nîşan dane. Di vê berxwedanê de bi pêşengiya Rustem-Yucel Zeydan yê ji Colemêrgê, û Sabrî-Erkan Demîr, heval Sabrî-Tahîr Alîyev ku ji Kazakîstanê hatibû, Hozan-Murat Resulpur ji Mahabadê hatibû, Zagros-Soran Îsmaîl ê ji Hewlêrê, Diyar-Cemîl Yaman ê ji Qilabanê, Sosin Gabar-Zelîha Budak, Sarizli Gulaber- Gulîstan Denîz a ji Kayyseriyê, Serdar- Haşim Durmuş ê ji Elbaqê, Kajin-Davut Yildiz û bi dehan heval di encama berxwedanên mezin de gihiştin şehadetê.
Hevala Sarya-Nerîman Bozak ku li Elmanyayê mezin bibû tevlî refên azadiyê bibû bi komeke hevalên xwe re di 9’ê Kanûna 2002’an de di bin aşûtê de ma û tevlî karwanê şehîdan bû.
Heval Zinar-Îbrahîm Kiliç ê ji Aksarayê di 3’ê Kanûna 2003’an de li Amedê di pevçûneke bi hêzên dewletê re gihişt şehadetê.
Sabrî Gulo- Dara Reşît Gulo ku sembola nasnameya şervanî û berxwedana Rojavayê Kurditanê bû di 9’ê Kanûna 2005’an de li Gabarê piştî çalakiya ku pêk hat gihişt şehadetê.
Yek ji fermandarê herî mezin ê gerîlayan Adil-Ramazan Aybî, hevala Gulbahar-Selma Kaya, Rozerîn-Ceyda Yetkîn, Serdem-Hasan Kaya, Xwînda-Menîde Gul, Harun Torî-Niyazî Akgul piştî berxwedanek mezin gihiştin şehadetê.
Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku Gabar û Botan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de her tim cihekî girîng girtine û wiha berdewam kir: “Li van deran di heman demê şehîdên mezin jî çêbûne. Di 1’ê Kanûna 2007’an de li qada Botan Gabar Çiravê di pevçûnê de Amedlî Gabar-Mehmet Reşît Erdogan, di 4’ê Kanûna 2009’an de li Cûdî Harun-Yakup Dellayîmîlan yê ku Makuyê, di 7’ê Kanûna 2010’an de Fîkrî-Kerîm Karatay ê ji Mêrdînê, Firat-Mahmut Kiliçalsan ê ji Paluyê gihiştine karwanê şehîdan. Her wiha Herekol-Halef Kuday yê Sîlopiyê ye ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran de avêtiye û em di şexsê hevalê xwe de hemû şehîdên ku li Cûdî şehîd ketine hemû hevalên xwe bibîr tînin.
Şehîdên me nirxên me yên ku em anîne vê rojê, xwedîderketin û bibîranînê heq dikin. Xwedîderketin û bibîranîn beriya her tiştî hêviya wan a jînê ya ku dewrî me kirine em bilind bikin. Rêya vê jî ji rêxistibûnê derbas dibe. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe, civaka demokratîk û aliyên dost dikin ku li dora şehîdên xwe bibin xelek.”