Komîsyonên Şopandinê xebatên xwe dewam dikin

Komîsyonên Şopandinê xebatên xwe dewam dikin

Komîsyona Şopandinê ya Colemêrgê li gundên Talê û Dêzê lêkolîn kir. Komîsyona Şopandinê ya Wanê jî, ji bo pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê bişopîne ber bi Çiyayê Kato yê li naçveya Şaxê ve derketin rê.

COLEMÊRG

Komîsyona Şopandinê ya Colemêrgê li herêmê xebatên xwe berdewam dike. Endamên komîsyonê çûn gundê Talê û bi welatiyan re hevdîtin kirin. Endamên komîsyonê lêkolîn û çavdêriyên xwe yên li vir kirin bi çapemeniyê re parve kirin û diyar kirin ku bi giştî pêvajo bi erenî derbas dibe û dê xebatên xwe berdewam bikin. 

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî beşdar wan bûn. Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Colemêrgê Cengîz Şen daxuyanî xwende û wiha got: "Em weke komîsyon li gundê Talê ne. Em bi welatiyên gund re hevdîtin pêk anîn. Ji bo ku di pêvajoya vekişandinê de tu nexweşî pêk neyên em welatî agahdar kirin. Heta niha me rastî tu nexweşiyan nehatin. Hêvî dikim ku dê wisa berdewam bike. Piştî vir em dê biçin Dêzê. Li gorî agahiyên me girtin li wir pirsgirêk hene. Ji bo şopandina wan em dê biçin wir."

Piştî daxuyaniyê endamên Komîsyonê çûn gundê Dêzê. Piştî hevdîtinên li gund endamên komîsyonê vegeiryan bajar. Dema endamên komîsyonê vedigeriyan bajar li duryana riya Wan û Colemêrgê leşkerên Qereqola Zapê bi du wesayîtên zirxî rê girtin û dest bi kontrolê kirin. Dema leşkeran ji endamên komîsyonê û Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt nasneme xwestin û endamên komîsyonê jî fermana lêgerînê xwestin di navbera leşker û endamên komîsyonê de rageşî derket. Piştî parêzerên Baroya Colemêrgê ketin navberê Fermandariya Qereqola Zapê fermana lêgerînê anî. Piştî vê yekê leşkeran tenê wesayîta Kurt û kesên di wesayîtê de nasnemyên wan kontrol kirin.

Delegeyê KCD'ê yê Colemêrgê Mîkaîl Atan diyar kir ku, ev pêkanînekî keyfî ye û tu caran li vir nokteya lêgerînê tuneye û wiha got: "Piştî pêvajoyê dest pê kir li herêmê tevgera leşkerî zêde bû. Li cihên bi salanin nokteyên lêgerînê lê tuneyî jî nokteyên lêgerînê hatin danîn. Ev yek li dijî pêvajoyê ye. Li vir dixwazin zehmetiyê bi welatiyan bidin kişandin." Piştî kontrola nasnameyan endamên komîsyonê hatin bajar.

WAN

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de li Amedê bang kir û gêrîlayên HPG'ê jî di 8'ê gulanê de dest bi vekişandinê kir, ji bo pêvajoyê bişopînin li gelek bajaran Komîsyonên Şopandinê hatin avakirin. 
Komîsyona Şopandinê ya Wanê jî bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopîne ber bi Çiyayê Kato yê li navçeya Şaxê ve derket rê.