Komîsyona Şopandinê ya Wanê li gerîla rast hat

Komîsyona Şopandinê ya Wanê li gerîla rast hat

"Komîsyona Şopandina Meşa Çareseriya Demokratîk" a ji bo şopandina pêvajoya vekişînê hat avakirin, di dema xebatên xwe yên li Wanê de li komeke gerîlayên HPG'ê rast hat.

"Komîsyona Şopandina Meşa Çareseriya Demokratîk" ku ji zêdeyî 20 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê pêk tê, li Wan û navçeyên wê vekişîna gerîla şopand. Komîsyon di dema xebatên xwe yên herêmên bejahî de li komeke ji pênc gerîlayên HPG'ê pêk dihat, rast hat. Di dema rast hatinê de ajansa DÎHA jî amade bû û çend wêne hatin kişandin. Berpirsyarê koma gerîla di hevdîtina xwe ya bi heyetê re fikarên xwe yên li ser vekişînê anî ziman û got, "Qereqol û veguhestinên leşkerî me dixe nava fikaran. Zêdekirina hejmara cerdevanan û firîna balafirên keşfê Heron ên li ser rêgeha me, vê pêvajoyê dirêj dikin. Em dixwazin gel û raya giştî li hemberî van pêkanînan hişyar û berpirsyar be. Her weha li gorî agahiyên me, li ser rêgehên me leşker û cerdevanan kemîn danîne. Ji ber vê yekê, rêya ku em dikarin di nava rojekê de biqedînin, hefteyekê dewam dike. Li gel van pêkanînan jî, emê berpirsyariya xwe ya li pêşberî pêvajoyê bicih bînin."

Li dû hevdîtina bi heyetê re, koma HPG'ê rêya xwe dewam kir. Berdevkê heyetê Yilmaz Berkî jî da xuyakirin, ku ewê van nêrînan bikin rapor û xebatên xwe yên di vî warî de dewam bikin.