Komîsyona Şopandinê li gerîlayên HPG'ê rast hat

Komîsyona Şopandinê li gerîlayên HPG'ê rast hat

Komîsyona Şopandinê ya Amedê, li bejahiya navçeya Pasûrê li komeke gerîla rast hat. Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Mûşê Baran Botan got, "Leşker bi wesaîtên sivîl digerin, li hin cihan kemînê davêjin. Ev bandoreke neyînî li pêvajoya vekişînê dike."

Komîsyona Şopandina Vekişînê ya ji rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên li Amedê pêk tê, ji bo şopandina vekişînê li navçeya Amed Pasûrê dest bi lêkolînan kir. Komîsyon li bejahiya Şenyayla li komeke gerîla ya ji 4 kesan pêk tê, rast hat. Ajansa DÎHA'yê ev rasthatin kişand û Fermandarê Eyaleta Mûşê Baran Botan ji endamên heyetê re daxuyaniyeke kurt da.

Fermandarê HPG'ê, ji Komîsyona Şopandinê ji ber xebatên wê spasiyên xwe pêşkêş kir û destnîşan kir ku karê komîsyon dikin xizmetek ji bo azadiyê ye. Fermandarê HPG'ê Botan bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz kir, ku xwedî li pêvajoya çareseriyê derkevin û bal kişand ser liv û tevgera leşkerî. Fermandar Botan di vê mijarê de ev agahî da:

"Em bi xwînsarî tevdigerin. Li qadên daristanî yên em lê ne, dar tên birrîn. Divê rêxistinên civakî yên sivîl der heqê vê de hişyar bin. Cerdevanên jî li herêmên Kanî Reş, Çiyayê Şerefdîn û Cehennemê kemînan datînin. Pêwîste haya çapemeniyê ji van hebe. Em weke şervanên azadiyê, ji bo rêvebirina pêvajoya çareseriyê, li gel hemû asteniyan jî bi hesas tevdigerin û berpirsyariya xwe bicih tînin."

"ME MÛXATAB LI VÊ DERÊ DÎTIN"

Dûre li ser navê komê Serokê ÎHD'ê şaxê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir, ku ji bo gerîlayên HPG'ê bi selametî vekişin wan komîsyon ava kirine û got, "Ji bo lêkolînkirinê em hatin Pasûrê û em li vir li komeke gerîla rast hatin. Me xwest bi wan re biaxivin. Ji ber ku aktorên vê pêvajoyê ew in. Me xwest li wan guhdarî bikin ka pirsgirêk hene yan na. Me mûxatab li vê derê dîtin û em hêvî dikin ku eger pirsgirêk hebe ji aliyê dewletê ve, wê van pirsgirêkan rake."

"MEŞA AZADIYÊ YA GERÎLA NE HENEKO YE"

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş jî anî ziman, ku bi pêvajoya heyî re ew dixwazin di rêya aştiyê de çareserî bibe û ji bo provokasyon rû nedin bang li rayedarên hukûmetê kir ku berpirsyariyên xwe bicih bînin.

Aktîvîsta Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî got, "Meşa azadiyê ya gerîla, ne heneko ye. Şer zû derdikeve, lê aştî dereng çê dibe. Em naxwazin ti dayik zarokên xwe wenda bikin. Divê herkes berpirsyariyên xwe bicih bînin. Zarokên me ne evîndarên çekê ne, vê pergala Tirkiyê zarokên me derxist ser çiyê. Zarokên me hebû xwendekar bûn, hemû zana bûn. Em meşa wan silav dikin û weke dayikên aştiyê ji wan re serketinê dixwazin."

"LI DÛ BANGA NEWROZÊ, COŞA DUYEMÎN A HERÎ MEZIN"

Serokê Egîtîm-Sen şaxê Amedê Kasim Bîrtek jî got, "Di 21'ê Adarê de gava peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de hat xwendin, em gelekî bi coş bûn. Coşa duyemîn jî îro em li vê derê dijîn. Em jidilbûyîna gelê Kurd a ji bo aştiyê baş dizanin. Me jidilbûyîna gerîla careke din dît."

Serokê Diyar TUHAD-DER Sirri Dogan jî got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de bangeke din a bi heman rengî ya dîrokî kiribû. Bi vê bangê re gerîla vekişiyan. Lê artêşa Tirk bi çekên kîmyewî bi ser gerîla de çû. Ji bo ev rewş careke din dûbare nebe, me Komîsyona Şopandinê ava kirin. Em amade ne hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin."

Dûre Fermandarê HPG'ê Baran Botan ji endamên komîsyonê re axivî û got, "Gava me nobed digirt, me we dît. Ev ji bo me suprîz bû, em tevlî hemû nirxandinên we dibin. Pêwîste di vê pêvajoyê de em hemû bikevin nava hewldanan û kedê bidin. Banga Rêber Apo banga ji bo jiyaneke nû ye."

Piştî daxuyanî û axaftinan, gerîlayên HPG'ê li nava qada daristanî wenda bûn. Heyet jî ket ser rêy Amedê. Lê belê heyeta Komîsyona Şopandinê li nuqteya kontrolê ya li Fermandariya Jendermeyan a Panakê ya li ser rêya Pasûrê hat sekinandin. Li dû kontrola nasnameyan, du wesaîtên heyetê ket ser rêya Amedê, lê wesaîta ji nûçegîhanên KNN û Kurdistan TV birin hewşa qereqolê. Li dû hewldanên heyetê, rojnamevan piştî 2 saetan serbest hatin berdan.