Komîsyona şopandinê li Çiyayê Kato lêkolîn kirin

Komîsyona şopandinê li Çiyayê Kato lêkolîn kirin

Komîsyona şopandinê ya Wanê ya ji bo pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne hate avakirin li Çiyayê Kato yê li navçeya Şaxê lêkolîn kirin.

Komîsyona şopandinê ya Wanê ya ji bo pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne hate avakirin ji bo lêkolînan bike çû herêma Xelîla ya Çiyayê Kato ya li navçeya Şaxê ya Wanê. Komîsyon destpêkê çû gundê Şamînîs a naçveya Şaxê û bi sloganan hate pêşwazîkirin. Qada gund a bi posterên Ocalan û rengên kesk, sor û zer hate xemilandin di pêşwazîkirinê de welatiyan sloganên "Bijî Serok Apo" û "Qatil Erdogan" qîr kirin.

Komîsyonê li gund guhdariya welatiyan kir. Welatî ji ber qereqolên nû tên çêkirin û girtina cerdevanên nû bi gûman û diltirs in. Piştî hevdîtina bi gundiyan re endamên komîsyonê ber bi herêma Xelîlan a Çiyayê Kato ve çûn. Endamên komîsyonê yên gihiştin herêmê lêkolîn kirin û demekê li heremê geriyan.

Endamên komîsyonê yên li Çiyayê Kato lêkolîn kirin daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevkê Komîsyonê Yilmaz Berkî diyar kir ku, rêxistinên sivîl ên civakî ji bo pêvajoyê bişopîn komîsyon ava kir û wiha got: "Weke komîsyonê me li Şaxê dest bi xebata xwe kir. Piştî hinek lêkolînên li navçeya Şaxê em derbazî gundan bûn. Me bi welatiyên li wir re jî hevdîtin kir. Me guhdarî nêrîn û çavdêriyên welatiyan ên derbarê pêvajoyê de kir. Me dît ku welatî ji ber qereqol û cerdevanên nû bi gûmanin. Li Wanê nêzî 20 sale em pêvajoyê dişopînin. Di pêvajoyê de em dê li Wan û navçeyan jî lêkolînan bikin."

Beşek endamên komîsyonê çûn Çiyayê Kato û beşekê jî gudarî welatiyên gundê Şamînîs kirin. Li aliyê din Fermandarê Qereqola Cendirmeyan li endamên komîsyonê geriya û got: "Herêma hûn diçinê ewlehiya canê we tuneye. Li wê herêmê mayîn hene"

Endamên komîsyonê piştî lêkolîna li herêmê kirin di seetên êvarê de vegeriyan navenda Wanê.