Komîsyona Şopandinê çû gundê Bilêcan ê qedexekirî

Komîsyona Şopandinê çû gundê Bilêcan ê qedexekirî

Komîsyona Şopandinê ya Colemêrgê ku, ji bo vekişîna hêzên gerîla bişopîne hat avakirin, çû gundê Bilêcan ê bi salane li sivîlan hatiye qedexekirin.

Komîsyona Şopandinê ya Colemêrgê, li gel parlamenterên BDP’ê û welatiyên bajêr, hevdîtin û çavdêriyên xwe dewam dike. Li dû serdana Geliyê Tiyarê û gundê Deştanê, heyet çû gundê Bilêcan ê ev 18 salin li çûn û hatina sivîlan qedexekirî  ye.

Balkêş bû ku hejmareke zêde leşker û polês li  kêleka rêya Çelê li benda karwana girseyê bû. Heyetê piştî hevdîtineke kin a bi polês û leşkeran re, bi karwana ji dehan wesaîtan rêya xwe dewam kir. Heyet li qereqola Serêbêvê ya bi salane destûra derbasbûnê nade welatiyan, nesekinî û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo“ rêya xwe dewam kir.

Ji qereqola Serêsêvê heta qereqola gundê Bilêcanê maşîneke zirxî ya bi tîpa „dûpişk“ li pêşiya karwanê tevgeriya . Girseya gel, gava gihaşt gundê Bilêcan ê bi salan li sivîlan hatibû qedexekirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê BDP’ê yê Colemêrgê Rahmî Kûrt da xuyakirin, ku ji bo aştî mayînde bibe û pêşî li tevgera leşkerî bigirin, ew hatine herêmê û got, “Bi vê pêvajoya nû re, em weke aliyê Kurd heta mafên xwe bi dest bixin û wekhevî pêk were, emê têkoşîna xwe li qada siyaseta demorkatîk dewam bikin. Bila herkes bizanibe, di dema vekişîna gerîla de heta ji destê me were emê pêşî li tevgera leşkerî bigirin. Ji ber vê yekê bala me wê li ser her nuqteyê be. Eger di vê pêvajoyê de herkes para xwe bicih bîne, wê aştî mayînde bibe.“

„DIVÊ BI VEGERA GUNDAN, RÊYA PÊVAJOYÊ WERE VEKIRIN“

Kûrt da xuyakirin ku, eger dixwazin rê li pêvajoyê vekin, hingî divê destpêkê pêşî li vegera gundiyên me vekin û got, „Pêwîste di destûra bingehîn a nû de mafên Kurdan bên ewlekirin. Bi salan em ji bo vê armancê daketin qadan û emê her dakevin qadan.“

Kûrt vekişîna gerîlayên Kurd weke meşa aştiyê bi nav kir û got, “Ev meş ji bo naskirina Kurdan û mafên wan e. Di dema herî xurt de gerîla dest bi vekişînê kir, ev yek jî baweriya xurt a bi aştiyê ye. Ev meşa aştiyê ye. Eger AKP ji dil be divê gaveke berçav bavêje. Kurdan barê ketiye ser milê xwe kiriye, dor hatiye AKP’ê. Em êdî aştiyê li vê erdnîgariyê dixwazin.”

“DESTÛRA BINGEHÎN A SIVÎL PÊWÎST E“

Dûre endama Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Melîha Varişli axivî û diyar kir k, Kurd dîroka xwe dinivîsîne. Varişli got, “Gerîla bi vekişînê re pêşî li aştiyê vekir. Ji bo ev pêvajo neşibe ya sala 1999’an em îro li vê derê ne. PKK’ê û birêz Ocalan barê dikeve ser milê xwe bicih anîne. Dor hatiye guhertina destûra bingehîn a berhema darbeya 12’ê Îlonê ye û avakirina destûreke nû ya bingehîn a sivîl e. Pêwîste dewlet mafê desteser kiriye radestî Kurdan bike, cerdevaniyê rake û gavên ji dil biavêje.”

Li dû daxuyaniyê, girseya gel li nava gund geriya û li hewşa dibistanê li ber stranên Kurdî govend gerand.