Komên çete welatiyê 45 salî qetilkirin
Komên çete welatiyê 45 salî qetilkirin
Komên çete welatiyê 45 salî qetilkirin
Hesen Ebdela yê 45 salî ji aliyê komên çete ve hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.
Malbata welatiyê bi navê Hesen Ebdela yê 45 salî ji eşîra Umêrat a li gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê diyar kirin ku, roja Pêncşemê Ebdela bi armanca ku mûçeyên xwe bigre çû Helebê û ziviriye. Malbata Ebdela da zanîn ku, dema Ebdela ji Helebê vedigeriya li dergeha Bustan El-Qesir a di navbera herêmê dibin destê rejîmê û di bin destê komên çete de, ji aliyê komên çete ve hatiye revandin û îşkence lê hatiye kirin.
Malbatê gotin ku, komên çete hemû tiştên Ebdela dizîne û îşkenceya hovane lêkirine û pişt re, seet di 05.30᾿an de li ber nexweşxaneya El-Razî ya Helebê avêtine. Malbatê destnîşan ku, Hesen Ebdela demek kurt di nexweşxaneyê de maye û piştre jiyana xwe jidest daye.
Hesen Ebdela ji eşîra Umêrat a li herêma Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û bavê 4 zaroka bû.