Komên Çekdar peymana Til Temir binpê dikin

Komên Çekdar peymana Til Temir binpê dikin

Komên çekdar ên Artêşa Azad li ser rêyan bendên kontrolê didanin û peyman Til Temir binpêdikin. Her wiha gefa li welatiyan dixwin û wan asteng dikin.

Tevî ku peyman bi serkêşiya Tevgera Civak Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Aştiya Navxweyî  di navber pêkhateyên Til Temirê de hate îmzekirin jî, cardeke komên Çekdar ên Artêşa Azad bendên Kontrolê li ser riyan datînin û welatiyan direvînin.

Herî dawî koma çekda a bi navê Ehrar El-Bikêr ku kesê bi navê Yasîn El-Bikêr serkêşiya wê dike benda kontrolê li nêzî gundê Tel Ewerid a li ser riya Til Temir û Ebû Rasên de danî û 10 welatiyên Kurd ên sivîl revandin. Piştî mudaxeleya rûspiyên herêmê welatiyên hatin revandin serbest hatin berdan.

Tabûra bi navê Ehrar El-Bikêr hewl da ku benda kontrolê li hember gundê Ebûş a di navbera Til Temir û Ebû Rasên de deyne lê ji ber ku şêniyên herêmê qebûl nekirin vê Tabûrê benda xwe rakir. Şêniyên herêmê ji liv û tevgera çekdarên Artêşa Azad bitirsin û bang li YPG᾽ê kirin ku wan biparêze.

Di peyman Til Temirê ya piştî bûyerên dawî hate îmze kirin xalek sereke hebû ku dibêje YPG᾽ê hêza fermî ya parastina herêmê ye û dê bi hemû hêza xwe alîkariya welatiyan bikin.