Komên çekdar otobusek revandin

Komên çekdar otobusek revandin

Li ser riya Til Temir Hesekê komek ya girêdayî Artêşa Azad otobuseke rêwiyan a Şirketa Îzla ku ber bi Helebê ve bi rêketibû revandin.

Komên çekdar ên Artêşa Azad 3 otobusên ku ji Hesekê ber bi Helebê ve bi rê ketibû li ser riya Til Temir rawestandin. Komên çekdar otobusa şîrketa Îzla, piştî ku rêwiyên wê daxistin û ew li 2 otobusên din kirin û vegerandin Hesekê. Koma çekdar otobusa Îzla destserkir û berê wê dan cihekî nediyar. Siwarên 3 otobusan xwendekar bûn û piraniya wan jin bûn.

Hate hînbûn ku, komên çekdar ên Artêşa Azad welatiyên ku tên û diçin Hesekê vedgerînin û nahêlin kes derbaz bibe.