Komalên Ciwan: Kûrtay ji bo ciwanên Kurd perspektîfa çalakiyê ye
Komalên Ciwan: Kûrtay ji bo ciwanên Kurd perspektîfa çalakiyê ye
Komalên Ciwan: Kûrtay ji bo ciwanên Kurd perspektîfa çalakiyê ye
Komalên Ciwan der heqê gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) ê di Adara sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û sekna Kûrtay Faraşîn weke "Ji bo ciwanên Kurd perspektîfa çalakî û têkoşîna zelal e" bi nav kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku gerîla Mehmet Kiran bi navê kod Kûrtay Faraşîn di sala 2008'an de tevlî refên gerîla bûye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê jî di daxuyaniya xwe ya 7'ê Tîrmehê de diyar kir ku Kûrtay Faraşîn ê ji Mêrdînê di Adara sala 2013'an de jiyana xwe ji dest daye û Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê ji bo "bîranîna şehadeta wî" nameyek ji malbata Faraşîn re ragihandiye.
Di peyama Komalên Ciwan de hat gotin, "Gelê Kurdistanê, di meşa azadiyê ya bi rûmet de bi hezaran zarokên xwe yên leheng ji dest daye. Li dû her şehadetê bi hezaran lehengên nû afirandiye û navên wan li karwana nemiriyan zêde kiriye. Ji lehengê yekemîn ê por zêr Ferhat Kûrtay heta lehengê por zêr ê Mêrdînê Kûrtay Faraşîn bi dehan ciwanên Kurd ên leheng, bi navê Kûrtayan destanên lehengiyê nivîsandin û jîn dan gelê Kurdistanê."
Di dewama peyamê de weha hat gotin: "Hevalê Kûrtay Faraşîn, di salên xwe yên li zanîngehê de bi xebaten ciwanan beşdarî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Dûre di sala 2008'an de ev têkoşîna xwe li diyarê destanên lehengiyê li Çiyayên Kurdistanê dewam kir. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê serhildanên bi hêz pêş xist û weke mîlîtanê pêşeng ê çalakiyan, wezîfe girt ser milê xwe. Di her çalakiyê de encam girtiye. Tevî nexweşiya xwe ya giran, hem li qada Bakur û metropolên Tirkiyê hem ji li Çiyayên Kurdistanê nîşan da ku ti zor û zehmetî nikare li pêşiya meşa azadiyê bibin asteng. Bi moral û rûkeniya xwe re, di nava hevalan de çavkaniya moral û kêfxweşiyê bû. Her wezîfeya rêxistinê bi ser xist û encam girt. Hevalê Kûrtay ku bi sekna xwe ya şoreşger û wêrek, di nava Tevgera Ciwanên Apoyî de çavkaniya mezin a moral û hêzê bû, li her qada jiyanê mirovakî mînakdar bû.
Di serî de malbata hevalê Kûrtay Faraşîn serê hemû gelê me sax be. Hevalê Kûrtay bi sekna xwe ya mînakdar re, hêjayî gelê Kurd ê fedakar û Rêber Apo bûye. Divê ciwanên Kurd, serxistina vê têkoşîna hevalê Kûrtay ji xwe re weke deynekî bibîn û li her qadê wî jîndar bikin. Sekna hevalê Kûrtay, ji bo ciwanên Kurd têkoşîna zelal û perspektîfa çalakiyan e. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî bîranîn û giyana berxwedêr û çalakvan a Kûrtayan derkevin û meşa wan a azadiyê dewam bikin."