Koma Mêrdînê gihişt qadên gerîla

Koma Mêrdînê gihişt qadên gerîla

Di çarçoveya "Meşa Çareseriya Demokratîk" a gerîla de komeke nû gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Koma ji Mêrdînê, di nava keşif û kemînên artêşa Tirk de piştî 30 rojan gihaşt cihê xwe.

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û biryara KCK'ê, "Meşa Çareseriya Demokratîk" a gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ya vekişîna ji Bakurê Kuristanê dewam dike.

Koma gerîla ya ji Mêrdînê ket rê, piştîş meşa 30 rojan gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji fermandarên komê Rençber Amed da xuyakirin ku ew li ser banga Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê xwe ve, vekişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê.

KEŞIF Û KEMÎN, MEŞA ME DERENG XISTIN

Fermandar Amed diyar kir ku ji ber keşif û kemînan li hin cihan meşa wan dereng ketiye û got, "Li tevahiya rê keşif hebû. Li Ganê Ezîzan ê Gabarê kemîn avêtin pêşiya me, lê di encama hestiyarî û hesasiyeta me de, şer derneket û me rêya xwe dewam kirin. Keşif û kemîn li dijî giyana Pêvajoya Çareseriya Demokratîk e, nayê qebûlkirin."

Di vê navberê de Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê de heqê koma Mêrdînê ya vekişiya de daxuyaniye da û got, "Koma Mêrdînê, tevî hemû tevgerên leşkerî Meşa xwe ya Çareseriya Demokratîk dewam kiriye û gihaştiye Herêmên Parastinê yên Medyayê."