Kolombiyayê bombebarana li dijî FARC’ê rawestand

Serokkomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ferman da ku di çarçoveya hevdîtinên aştiyê yên di navbera FARC û hikûmetê de, bombebarana li dijî gerîlayên FARC’ê bên rawestandin.

Serokkomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ferman da ku di çarçoveya hevdîtinên aştiyê yên di navbera FARC û hikûmetê de, bombebarana li dijî gerîlayan FARC’ê bên rawestandin.

Serokkomar Santos, ji bo kêmkirina rageşiya di navbera her du aliyan de, ferman da Wezareta Parastinê û artêşê ku mehekê bombebaranên li hemberî gerîlayên FARC’ê rawestandin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê FARC ji Mijdara 2012'an ve bi hikûmeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê pêk tîne.

Tevgera gerîlayên Marksîst di vê çarçoveyê de agirbesteke bêdem û yek alî ragihand. Heta îro Serokkomar vê helwesta agirbestê piştguh dikir, lê bi fermana rawestandina bombebarana li hemberî gerîlayên FARC’ê bersiv da agirbesta FARC’ê.

Santos got: “Divê bê qebûlkirin ku li gorî biryara agirbestê dimeşin” û da zanîn ku ew ê piştî mehekê bi rayedarên Kolombiyayê re rewşê careke din ji nû ve binirxînin.

Hevdîtinên aştiyê yên di navbera her du welatan de û li Havanaya paytexta Kubayê tên meşandin. Bi van hevdîtinan, tê payin ku şerê ku nîv sedsal e didome, bi dawî bibe.

Ev weke yek ji pevçûnên herî domdirêj ên Amerîkaya Latîn tê zanîn û di encama van pevçûnan de 220 kes jiyana xwe ji dest dan û 5.3 milyon kes neçar man ku ji cih û warê xwe bibin.

Aliyan di hevdîtinan de ji bo pêşxistina herêmên bejahî, têkoşîna li dijî madeyên hişber û beşdarbûna gerîlayan ji bo jiyana siyasî li hev kirin.