Koledariya li Qatarê: RCS gilî kir
Rêxistineke Civakî ya Sivîl (RCS), ji ber şert û mercên kar û jiyanê yên karkerên koçber ên di karê çêkirina stadyûmên Kûpa Cîhanê ya 2012'an a li Qatarê dixebitin, gilî kir.
Rêxistineke Civakî ya Sivîl (RCS), ji ber şert û mercên kar û jiyanê yên karkerên koçber ên di karê çêkirina stadyûmên Kûpa Cîhanê ya 2012'an a li Qatarê dixebitin, gilî kir.
Rêxistineke Civakî ya Sivîl (RCS), ji ber şert û mercên kar û jiyanê yên karkerên koçber ên di karê çêkirina stadyûmên Kûpa Cîhanê ya 2022'an a li Qatarê dixebitin, gilî kir.
Qatar, ji bo xeyalên xwe yên mezin bicih bîne pêwîstiyê bi hêza kar a biyanî dibîne. Ji bo vê jî kargehên hevpar divê.
Qatarê, ku malên ji axê û çola Dohayê bi şantiyeyên fîrewn re veguherandiye daristana avahiyên bilind, vê carê giraniya xwe daye ser Kûpa Cîhanê ya Futbolê.
Lê belê li vî welatî, rewşa bi sedan karkerên koçber ên ji Asyayê bi salane gelek caran bi skandalan hat rojevê.
Koçberên li şantiyeyan jiyana xwe ji dest didin, li dijî vî dîmenê nûjen ê ku Qatar dixwaze derxîne holê, ne.
Ji roja Duşemê û vir ve kargeha Fransayê Vîncî li ser kursiya bersûc rûniştiye. Ji ber ku ev kargeh karkeran di şert û mercên giran de dixebitîne, sendîka ketin nava tevgerê û hişyarî dan.
Dûre komeleya "Sherpa" ya mexdûrên sûcê aboriyê diparêze, li Parîsê giliyê vê şîrketê kir.
Komeleya Sherpa û sendîkaya CGT dan xuyakirin ku ji bo giliyê rêveberên kargeh Vîncî û şaxê wê yê Qatarê bikin, di destê wan de delîlên têrker hene. Komeleyê, ji ber sûcên xebitandina bi zorê û ragirtina di statuya koledariyê de, li dozgeriyê giliyê kargehê kir.
Midûra rêxistinên civakî yên sivîl Laetîtîa Lebert got, "Şaxê Vîncî karkerên koçber di nava germa dijwar de, hefteyê bi 66 saetan dixebitîne."
Ji ber karê di nava germaniya ji 50 pileyî de bi dehan karkerî krîza dil derbas kirin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî ya Qatarê îdîa dike ku ew bi ti awayî serî li koledariyê nadin. Qatarê peymanên navneteweyî yên li ser mafên karkeran û mirovan, hînê mor nekiriye.