Di krîza Yemenê de êrîşên Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî pêşketinên nû bi xwe re anî. Hema bêje rêveberiya Riyad a ku destekê ji DYA’yê werdigire û Îranê wê bikevin qada şer.
Koalîsyona 10 welatên Ereb bi pêşengiya Erebîstana Siûdî şeva çarşem û pênçşemê bi hev ve girêdide, li hemberî Hûsiyan dest bi êrîşên hewayî kirin. Ev operasyona weke “Bahoza Biryardariyê” hate binavkirin.
Piştî banga Serokdewletê Yemenê Abd Rabbo Mansur Hadi, welatên Qeter, Kuwêt, Behrên, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban, Misir, Fas, Pakîstan, Sûdan û Ûrdinê destek dan êrîşên Siûdiyan a li hemberî Hûsiyan. Koalîsyona ji 10 welatan pêk tê desteka lojîstîkî û sîxûrî ji Amerîkayê werdigire.
Hukûmeta Tirk a AKP’ê jî ragihand ku ew ê destekê bidin koalîsyonê. Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan got: “Em ê berê xwe bidin rewşê, belkî em desteka lojîstîkî bidin.”
Koalîsyona welatên Ereb bi 190 balafirên şer tevlî mudaxeleyê bûn. Tenê Erebîstana Siûdî bi 100 balafiran û 150 hezar leşkeran tevlî mudaxeleyê dibe. Balafir li her aliyên welêt çeperên Hûsiyan bombebaran dikin.
Di nava cihên tên bombebarankirin de baregehên hewayî, serfermandarî, balafirên şer û baregeha parastinê ya li nêzî balafirgeha Sanayê jî hene.
Balafiran her wiha, li baregehên leşkerî yên ku ketin destê Hûsiyan xistin. Bi van baregehan, Hûsiyan cihê stratejîk ên lîmanên Adenê bi dest xistibûn.
Li gorî agahiyên rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya li Sanayê dane, herî kîm 39 kes ahtine kuştin. Lê tê diyarkirin ku hejmara rast zêdetir e.
Ev êrîş piştî banga Serokdewletê Yemenê Mansur Hadi yê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê nasîn, dest pê kirin. Lê êrîş bêyi biryara saziyên navneteweyî pêk hat.