KJK’ê ji bo Gulîzar Kaytan sersaxî xwest

KJK’ê ji bo Gulîzar Kaytan sersaxî xwest

Koordînasyona KJK’ê di peyama xwe ya têkildarî wefata Gulîzar Kaytan de got, “Ji destpêka tevgera me ve, bi kedeke mezin a dayikê re xwedî li têkoşîna azadiyê ya zarokên xwe derketiye; sirgûniya ji xak û azadiya xwe qebûl nekiriye. Heta rojên xwe yên dawî jî tevî nexweşiya xwe ya giran dilê wê ji bo Rêbertiya Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê lê daye. Ruhê dayika me Gulîzar a xwedî jiyaneke bi zehmet û êş, şad be.”

Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got, “Me dayika xwe Gulîzar a ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê çavkaniya moralê ya dîroka têkoşîna ya 40 salan e, winda kiriye. Ji serhildana Dêrsimê heta roja me li hember her nirxên cewherî û dilsoziya azadiyê, bi hêviyeke mezin her kes û têkoşîn hembêz dikir. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî timî ji bo azadiya gelê Kurd û Rêbertiya gelê Kurd bibîne xwe bi jiyanê ve girêdaye.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku Gulîzar Kaytan ji destpêka tevgera me ve, bi kedeke mezin a dayikê re xwedî li têkoşîna azadiyê ya zarokên xwe derketiye; sirgûniya ji xak û azadiya xwe qebûl nekiriye û wiha dewam kir, “Heta rojên xwe yên dawî jî tevî nexweşiya xwe ya giran dilê wê ji bo Rêbertiya Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê lê daye. Heta rojên xwe yên dawî jî tevî nexweşiya xwe ya giran dilê wê ji bo Rêbertiya Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê lê daye. Ruhê dayika me Gulîzar a xwedî jiyaneke bi zehmet û êş şad be. Em ji gelê Kurd û malbata Kaytan re sersaxiyê dixwazin. Em destnîşan dikin ku em ê sekna bi îrade û berxwedêr a dayika me Gulîzar ku di Têkoşîna Azadiya Jinê, di çanda Nînhursag dayik-xwedavenda de ji nû ve vejiya di dilê xwe û têkoşîna xwe de bidin jiyandin.”