KJB: Meşa çareseriya demokratîk destpê kir
KJB: Meşa çareseriya demokratîk destpê kir
KJB: Meşa çareseriya demokratîk destpê kir
Koordînasyona KJB'ê da xuyakirin ku, "Meşa Çareseriya Demokratîk" a pêngava "Avakirina Jyana Azad û Rizgariya Demokratîk" destpê kiriye û du komên destpêkê yên gerîla li gel hemû astengiyên hêzên dewleta Tirk xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di daxuyaniyê de çalakiyên "konê nobedê" yên jinên Kurd ên li Colemêrg û Şirnexê jî silav kir.
Koordînasyona Koma Jinên Bilind KJB'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, serketina pêvajoyê bi pêkanîn û fêmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û ev xal destnîşan kir; "Pêngava "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" ku ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin û weke pêvajoyeke nû ya têkoşînê tê bi nav kirin, ji bo afirandina jiyaneke azad û bi rûmet gaveke gelekî girîng e. "Meşa Çareseriya Demokratîk" ku qonaxeke girîng a pêngavê ye, destpê kir. Du komên me yên gerîla, li gel hemû astengiyên hêzên artêşa Tirk, li ser bingeha dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin vekişiyan û xwe gihandin Herêmên Parastinê yên Medya. Bi vê pêvajoya bi fedekariyeke mezin destpê kir, bingeha pêngava rizgariya demokratîk hatiye danîn. Meşvanên bi rûmet ên azadiyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê wê di pêkanîna aştiyê de jî roleke girîng bileyzin."
Koordînasyona KJB'ê da xuyakirin ku, jin û dayikên herî zêde êşa şer dîtin û jiyan e, ji bo pêşî li meşa çareseriya demokratîk neyê girtin li Colemêrg û Şirnexê çalakiya konê nobedê dane destpê kirin û di vê derbarê de got, "Çiyayê me yên bi xwîna jin û mêrên me yên leheng av daye, îro bi govend û kincên rengîn ên dayikên me xemilîne û gihiştine wateya xwe ya bi salan hesreta wê dikşînin. Em vê gava dayikên me gelekî watedar dibînin û silav dikin. Ji bo serketina vê pêvajoyê em bang li herkesî dikin ku xwedî li vê helwesta dayikan derkevin û bi perspektîfa Rêber Apo ya digot, "rakirina kevirekî li erdê û bicihanîna wezîfeyên şoreşê, xwedî heman girîngiyê ne" tevbigerin."