Kişanak: Qeptanê vê keştiyê jêhatî ye

Kişanak: Qeptanê vê keştiyê jêhatî ye

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civîna gel a li Serê Kaniyê de, der heqê pêvajoya çareseriyê de got, "Em ji vê têkoşînê û ji qeptanê vê keştiyê bi bawerin. Qeptan jêhatiye."

Di çarçoveya gera BDP û KCD'ê ya bi dirûşma "Çareseriya Demokratîk, Jiyana Azad" de, heyeta ji Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Îbrahîm Bînîcî û endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê pêk dihat, li Serê Kaniyê ji aliyê bi karwaneke ji sedan wesaîtî ve hat pêşwazîkirin. Heyet bi coşa mezin a girseya gel ber bi Parka Apê Mûsa ya lê civîna gel bihata lidarxistin, çû. Di civînê de keyayên taxan, rûsipiyên civakê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên BDP'ê yên Serê Kaniyê û Wêranşarê, Şaredarên hawirdore û bi hezaran kes amade bûn.

"EV DESTPÊKEKE"

Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li vê derê axivî û got, "Min ji we re silavên taybet ên birêz Ocalan aniye, silavên wî yên taybet li we heye." Li ser vê yekê girseya gel demeke dirêj bi yekdengî dirûşma "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qêriyan. Dûre Îbrahîm BînÎcî silav li gel kir û Ayla Akat Ata jî got "Herçend em nêzî azadiyê bin jî, divê em ranewestin. Em nikarin rûnên û bisekinin. Jİ ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû "Ev ne dawiyeke, destpêkeke."

"OCALAN BI BERPIRSYARIYA WICDANÎ Û DÎROKÎ TEVGERIYA"

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî bi gotina "Em dixwazin bibin welatiyên azad" dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku, gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî, bi têkoşîna xwe re polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê pûç kirine. Kişanak got, "Dewlet û hukûmet baş dizane ku, birêz Ocalan bi berpirsyariyeke wicdanî û dîrokî tevgeriyaye û li ser bingeha hêza we pêvajoyeke bi vî rengî destpê kiriye. Ev pêvajoya rizgariya demokratîk li tevahiya gelê me, li tevahiya Tirkiyê pîroz be."

"EM JI QEPTANÊ VÊ KEŞTIYÊ BI BAWERIN"

Kişanak da xuyakirin, ku têkoşîna wan wê dewam bike û got, "Meşa me ya çareserî û azadiyê wê dewam bike. Em ji vê têkoşîn û qeptanê vê keştiyê bi bawerin. Qeptan jêhatî ye. Dixwaze sedsala pêş bike sedsala rizgariyê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Birêz Ocalan qasidê projeya azadiyê ji bo gelên Kurd, Tirk û Ereb e. Eger teyfeya qeptan jî baş bixebite û xwe zane bike, wê ev proje bi ser keve. Serketin ji her demê bêtir nêzîk û hêsan e."

Heyet, piştî civîna xwe ya li vê derê derbasî Sêweregê bû.