Kişanak: Qendîl qasî bihêvî ew qas jî bigumane

Kişanak: Qendîl qasî bihêvî ew qas jî bigumane

Heyeta BDP’ê û KCD’ê ji bo bi rêveberên KCK’ê re hevdîtinê pêkbînin çûbûn Qendîl, piştî hevdîtin pêkanîn vegeriyan Hewlêr. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li Hewlêr daxuyaniyek da çapemeniyê û diyarkir ku, “Rêveberên KCK’ê têkildarî pêvajoyê qasî biryarbûna xwe, ew qas jî gûman, rexne û bendewariyên xwe jî anîn ziman.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak ku ji bo bi rêveberên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re hevdîtinê pêkbînin roja 4’ê Tirmehê hatin Hewlêr û ji vir jî raste rast derbazî Qendîlê bûn. Heyeta BDP û KCD’ê a ji Kişanak û Tirk pêkhatin piştî hevdîtinên li Qendîlê vegeriyan Hewlêr. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li Hewlêr daxuyaniyek da çapemeniyê û diyarkir ku, hevdîtin erênî derbazbûye û destnîşan kir ku, ew libendê ne ku tevkariyekî pozîtîf bidin pêvajoyê. Kişanakê da zanîn ku, hevdîtinekî weke vê bi rayedarên Hikumetê re jî pêkanîne û hewce dîtine ku bi rêveberên KCK’ê re jî hevdîtin pêkbînin.

Kişanakê armanca hevdîtinê wiha ravekir: “Hûn dizanin li pey hev hinek bûyerên nerênî rûdan. Li Lîceyê di xwepêşandanê de leşkeran gule li gelê me reşandin û welatiyekê sivîl di encama gulebarandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, dîsan li Amedê bi awayekî tund mudaxeleyî xwepêşandanekî civakî kirin û hinek gotinên siyasî, têkildarî pêvajoya aştiyê rojeva heyî hinekê tengav kir. Ji ber van sedeman me pêwîst dît em hevdîtinê li gel hem hikumet û hem jî rêveberên KCK’ê bikin. Em hêvî dikin ku, ev hevdîtin bandorekî erênî li ser pêvajoyê bikin.”

PÊWÎSTE OCALAN BI GELEK KESAN RE HEVDÎTINÊ PÊKBÎNE

Kişanak ragihand ku, di hevdîtina li Qendîlê rayedarên KCK’ê ji wan re gotine, “Em biryarekî dîrok girt, em di ferqa vê de ne. Em li pişt biryara xwe ne. Ji bo pêşvebirina vê biryarê em hewildan û xebatekî mezin dikin. Pêvajo nerawestiya ye, em dixwazin pêşve bibin. Lê belê li gel vê biryarbûna me, gûman, rexne û bendewariyên me jî hene.” Kişanakê bi taybet balkişande ser sinorkirina hevdîtin û diyalogên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kişanakê got: “Bi destpêkirina pêvajoyê re dihate xwestin ku, Ocalan bi zêdetir kesan re nîqaş bike û hevdîtinan pêkbîne. Mixabin ev tenê bi heyetên partiya me re sînordar ma. Ew jî heyet sererastî nikarin biçin, dema ku diçin jî her carê mudaxeleyî heyetê dikin. Pêwîste li ser van hemû mijaran em bi axivin, nîqaş bikin û çareser bikin.”

HELWESTA HIKÛMETÊ ZERARÊ DIDE PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Kişanak destnîşan kir ku, ji bo pêvajoya aştiyê ya bi hêviyên mezin hatiye destpêkirin were pêşxistin berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî û got ku hin gengeşeyên di van mehên dawî de sînyalên neyênî dane. Kişanak her wiha anî ziman ku vekişîn gaveke dîrokî ye lê bi tena xwe têr nake û axaftina xwe wiha berdewam kir:  “Me di destpêkê de got ku pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye. Diviyabû di aliyê demokratîkbûyînê de jî hewldan çêbibana û gav hatibana avêtin. Diviyabû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk hatibana rakirin. Di vê mijarê de bendewariyên girîng hene, lê belê rewşek wiha ne mijara gotinê ye. Dîsa di girtîgehan de bi hezaran girtî hene, çêkirina qereqolan berdewam dikin. Her roja diçe hin kesên din dikin cerdevan. Li hemberî xwepêşandanên  sivîl desrtwerdanên tund çêdibin. Bûyera li Licê ya qetilkirina kesekî û birîndarkirina 20 mirovan pêvajo kir nav zehmetiyê.  Dîsa dema Birêz Serokwezîr di civîna bi mirovên aqilmend re di mijara zimanê dayikê de ku got tu xebateke wan nîn e û di mijara benda hilbijartinê de jî heman gotin bû sedema ku atmosfera siyasî tevlihev bibe.

HEYET BI RAYEDARÊN HIKUMETÊ RE HEVDÎTIN PÊKANÎ

Heyetê di demjimêrên şevê de bi şêwirmendê serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Samî Hergûşî û endamê polîtburoya PDK Kemal Kerkûkî re hevdîtin pêkanî.Heyet îro di demjimêr 02:30’an de bi rêya esmanî vegerîn Tirkiyeyê.