Kişanak: Gerîla rûmet e, bi selametî biçin

Kişanak: Gerîla rûmet e, bi selametî biçin

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li Rihayê bersiv da Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên der  heqê vekişîna gerîla de û got, "Ew ji bo azadiyê hatin, ji bo aştiyê jî vedikişin. Ew rûmeta me ne, bi selametî biçin."

Di çarçoveya gera "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" a BDP û KCD'ê de, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, parlamenterê Rihayê Îbrahîm Bînîcî û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Ferhat Tarhan hatin Rihayê. Heyeta BDP'ê, li Balafirgeha GAP'ê ji aliyê endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ednan Etlî, Bekîr Benek, Şaredarê Xelfetiyê yê ji CHP'ê derbasî BDP'ê bû Mehmûd Ozdemîr, Şaredarên Sirûc, Serê Kaniyê, Wêranşar û Goganê, pêşwazî kirin. Heyet ji vê derê ket ser rêya Xelfetiyê û li navenda navçeyê ji aliyê hezaran kesî ve ku di nav de birayê Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan Bozan Karayilan jî hebû, hat pêşwazîkirin.

JI BO AZAIYÊ HATIN...

Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Rihayê Xalid Yildiztekîn ji koma civiyayî re axivî û li dijî gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç nerazîbûneke tund nîşan da. Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî silavên Ocalan û Karayilan ên li gelê Xelfetiyê bilêv kir û got, "Ew ji we dixwazin, hûn daxwazên bi sedhezaran bînin ziman. We nîşan dan ku hûn piştgiriyê didin wan û hûn her nîşan didin."

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî ji bo Xelfetiyiyan weha axivî; "We, rêberê gelekî ji nava xwe derxistin. Hûn çiqasî bi xwe serbilind ewçend hêjayî ne. We rêberê ku vîzyona sedsala 21'an diyar dike, afirand."

Kişanak da xuyakirin, ku di polîtîkaya Ocalan de cihêkarî tineye û modêleke ku herkes tê de bi ziman, nasname û cihêrengiya xwe karibe bijî, tê pêşniyarkirin û got, "Projeya Modernîteya Demokratîk, wê aştî û azadiyê bîne tevahiya Anatoloiyê, Mezopotamya, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn."

Kişanak ji herkesî xwest, xwedî li vê projeya aştiyê derkevin û der heqê gotinên berdevkê hukûmetê Bulent Arinç ên li ser vekişîna gerîla de ev axaftin kir; "Ew ji bo azadiyê hatin, ji bo aştiyê diçin. Ew rûmeta me ne, bila bi selametî biçin."

Kişanak her weha Roja Dayikan a dayikên zarokên xwe ji dest dane, pîroz kir û got, "êdî em vê têkoşînê bi ser bixin, da ku dayik negirîn. Bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re, em serketinekê diyarî dayikên xwe bikin."

Danûstandinên heyeta BDP û KCD'ê ya li Rihayê dewam dike.