Kişanak: Dayika Gulîzar dayika gel e
Kişanak: Dayika Gulîzar dayika gel e
Kişanak: Dayika Gulîzar dayika gel e
Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak beşdarî sersaxiya Gulîzar Kaytan bû û got, “Dayika Gulîzar serî li ber zilmê netewand û wê heq kir ku bibe dayika gel.”
Şîna Gulîzar Kaytan a dayika endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan û xesûya Serokê berê yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglu li Cemxaneya Amedê hate girêdan. Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokên DBP'ê yên Amedê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û gelek siyasetmedar û welatî beşdarî şînê bûn. Pîrên Elewî û mela di serxweşiyê de amade bûn û neviya Gulîzar Kaytan, Ozlem Başak Abbasoglu serxweşî qebûl kirin.
Serokê Komîsyona Kêmar û Baweriyan a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin mela Zahît Çiftkuran, li cihê serxweşiyê yê li Cemxaneyê axivî û got, “Dayika Gulîzar gelek zehmetiyên dinyayê dîtin, kula wan kişand. Li gorî baweriya me kî li vê dinyayê zor û zehmetiyan bibîne li dinyaya din gunehên wî têne bexşandin. Em jî duayan bo dayika xwe dikin, Ya Xwedê ti li beramberî êş û cefaya Dayika Gulîzar li dinyaya dî wê bi bihuşta xwe şa bike.”
BI NASNAMEYA XWE JIYA
Hevşaredar Gultan Kişanak jî bi gotina “Ez ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazim” dest bi axaftina xwe kir û got, “Bila serê malbata me sax be. Lê em hemû dizanin ku ew dayikek wisa dilmezin bû ku mirov nikare wê tenê bi malbatekê sînordar bike. Wê şahidiya vejîna gelê me kir, keda xwe xiste navê û bû parçeyek wê têkoşînê, di vê wateyê de heq e ku em bibêjin ew êdî bûye dayika gelekî. Bîranîna wê heta hetayê wê di têkoşîna gelê me de zindî be.”
Kişanak bibîr xist ku gel bi nirxên xwe yên manewî hene û got, “Girîngî û cihê komkujiya Dêrsimê ji bo gelê Kurd çi be, yê ku di têkoşîna vejîna vî gelî de şahidî kiribe, bi xwe tê de bi keda xwe beşdar be jî dê di dîroka me de weha xwedî cihekî girîng be.” Kişanak got ku nasnameya Dêrsimî tiştekî wiha girîng e û got, “Hem komkujî hem jî berxwedan e. Hem zilm e hem jî serhildana li dijî wê zilmê ye. Dawiya dawîn rûmet e, li dijî zilmê serî natewîne û têkoşîna qencî û xweşiktirê dide. Dayika Gulîzar jî ev nasname gelekî baş di jiyana xwe de bi cih anî.” Kişanak got, “Tevî her cure îşkence, pêkutî, sirgûn û zilmê wê bi sekna xwe ya bi rûmet heq kir ku bibe dayika gelê Kurd. Wê sîfeta dayika dozê hilgirt.” Kişanak axaftina xwe wiha domand:
DAYIKA GULÎZAR VEGERIYA SER AXA XWE
“Qebûlkirina salên sirgûnê wisa hêsan nîn e. Min ew li sirgûnê li jiyana wê ya Ewropayê dîtibû, em pê re axivîbûm, hiş û dilê wê her li welat bû. Wê sirgûn nepejirand. Nikarî ragire. Ti caran em nikarin bibêjin ku wê jiyana sirgûnê jiya. Wê, di her kêlîka xwe de, di her henaseya xwe de bêhna welatê xwe seh dikir, Dersîm seh dikir, Kurdistan seh dikir. Ji ber vê jî dayika Gulîzar sembola keser û hezkirina axa welêt bû. Ev kesera wê bi dawî bû. Xwedê rehma xwe lêke. Bila serê hemû malbat û hezkiriyên wê sax be.”
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek jî bi axaftina xwe dayika Gulîzar Kaytan bibîr anî.