Kişanak banga cidîbûnê li hukûmetê kir
Kişanak banga cidîbûnê li hukûmetê kir
Kişanak banga cidîbûnê li hukûmetê kir
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji Konyayê banga cidîbûnê li hukûmetê kir û got, "Gelê Kurd ji bo çareseriyê xwedî vîneke mezin e. Bi polîtîkayên sergerandinê pêvajo nameşe, divê rayedar bi cidî nêzî pêvajoyê bidin."
1'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan a Omeran bi tevlêbûna hezaran bi dawî bû. Di mîhrîcanê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak axaftinek kir û wiha got: "Eger îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muzakere destpê kiribe, ev ji aliyê we ve hatiye afirandin. Ger we li hember zilmê serî bitewanda, bişaftin qebûl bikira, bi sedan sal in li nirxên xwedî derneketana, desketiyên îro nedihatin bi destxistin. Ev serkeftin a we ye. Ev têkoşîn ber bi serketinê ve diçe. Bi sedan sal in Kurd li Cîhanbeylî, Kulu, Haymana û Kirşehîrê bêyî ku alîkariyê bigirin bi derfetên xwe hebûna xwe parastine. Ev mucîze ye."
Kişanak banga cidîbûnê li hukûmetê kir û got: "Em her tim bangî hukûmetê dikin û dibêjin em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Li gorî vê cidiyetê tevbigerin. Cidî bin. Ger li hember bi milyonan gelê vî welatî û ciwanan hurmeta we hebe cidî bin. Hûn nikarin bi mijulkirinê ve li holê bihêlin."
Kişanak nerazîbûn nîşanî çêkirina qereqolan da û anî ziman ku li li çiyê çêkirina qereqolan tê wateya dagirkeriyê û wiha got: "Piştî êrîşa li Licê li her derê Tirkiyeyê gel rabû ser piya. Ciwanê 18 salî Medenî Yildirim hat qetilkirin. Em vê yekê qebul nakin. Hikumeta ku yên biryara gulebaranê dide negire berpirsyarê Licê ye." Kişanak diyar kir ku silava Qendîlê û Hewlêrê ji wan re aniye û divê hemû kes piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê.
Şaredara Golyaziyê Mulla Şîmşek heyeta BDP'ê pêşwazî kir û anî ziman ku 10 sal in xwe rê ve dibin û dixwazin şaredariya Cîhanbeylî jî bi dest bixin. Parlamenterê BDP'ê Murat Bozlak bertek nîşanî betalkirina lîsansa Nûçe TV, MMC û Roj TV da û biryara dozgeriya Eyaleta Kopenhagê şermezar kir. Mîhrîcan bi konserê bi dawî bû.