Kesê ku hevsera xwe qetil kir hat girtin
Kesê ku hevsera xwe qetil kir hat girtin
Kesê ku hevsera xwe qetil kir hat girtin
Li navçeya Rezan a Amedê kesê bi navê Ramazan Boru yê duh hevsera xwe bi çekê qetil kir hat girtin.
Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê kesê bi navê Ramazan Boru duh piştî ku di navbera wî û hevjîna wî Emîne Boru de gengeşî derket bi çeka li malê hevsera xwe ya dayika sê zarokan qetil kir û ji cihê bûyerê reviya hat girtin. Boru dema ku ji bajar derdiket ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Boru piştî hat girtin ji bo îfadeya wî bê girtin birin Mûduriyeta Polîsan ya Amedê û piştre jî bi maşîneyên zirxî anîn cihê bûyerê. Lê Boru li vir jî gef li welatiyên ku bertek nîşanî wî dan xwar û gotinên "Ez ê we jî bikujim" ji welatiyan re bikar anî.
Boru sewqî edliyeyê hat kirin
Piştî îfadeya Boru hat girtin sewqî edliyeyê hat kirin. Cenazeyê Emîne Boru duh piştî otopsiyê li Goristana Yenîkoyê hatibû definkirin.