KENY’ê şîrketên bi Koreya Bakur re kar dikin xist nava lîsteya reş
Konseya Ewlehiyê ya Newtên Yekbûyî (KENY) bi hinceta ku pêkanînên li ser Koreya Bakur rakirine gelek şîrket xist nava lîsteya reş.
Konseya Ewlehiyê ya Newtên Yekbûyî (KENY) bi hinceta ku pêkanînên li ser Koreya Bakur rakirine gelek şîrket xist nava lîsteya reş.
KENY’ê ragihand ku şîrketên ku pêkanînên navnetewî yên li ser rêveberiya Pyongyang rakirine, xistine nava lîsteya reş. Dîplomatê ku navê xwe neda, got ku 21 şîrket û mirovek ji aliyê KENY ve ketine lîsteya reş.
Her wiha got ku 27 keştî yên ku pêkanînên li ser Koreya Bakur rakirne jî hene.
Ji ber ceribandinên bernameya nukleer û moşekan ji aliyê NY ve gelek pêkanîn li ser Koreya Bakur hate kirin. Bi taybet di navbera Koreya Bakur û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxuyaniyên tûnd hatibûn dayîn. Lê her çendî di sala 2017’an de gelek daxuyaniyên hişk hatibû dayîn jî meha derbasbûyî hatibû ragihandin ku muzakereyên di navbera DYA û Koreya Bakur de wê destpê bikin.
Tê payîn ku Serokê DYA Donald Trûmp û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un di meha Gulanê de li hev bicivin.