KCK: Projeya Çareseriyê şansekî cidî ye
KCK: Projeya Çareseriyê şansekî cidî ye
KCK: Projeya Çareseriyê şansekî cidî ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku “Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Projeya Çareseriyê pêşkêş kiriye û got: “Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 29’ê Mijdarê bi heyeta HDP’ê re pêk anî de pêşkêşî aliyan kir, ji aliyê hemû pêkhateyên Tevgera me ya Azadiyê ve hatiye gotûbêjkirin...
‘PROJEYA ÇARESERIYÊ JI BO TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN ŞANSEKÎ CIDÎ YE’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Projeya Çareseriyê ya bi sernavê “Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê” pêşkêş kiriye. KCK’ê di daxuyaniya xwe got: “Pêşveçûnên li hundir û derve, siyaset û zîhniyeta înkar û tinekirinê ya li hember gelê Kurd, kiriye nav bêçareseriyê û xitimandinê. Di atmosfereke ku AKP ji bilî mijûlkirin û îdarekirinê tiştekî din pêş naxe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Projeke Nû ya Çareseriyê ya, "Pêşnivîsa Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê" ya dema bê pêkanîn di serî de pirsgirêka Kurd wê ji tevayî pirsgirêkan re çareseriyê bîne û Tirkiyeyê demokratîk bike. Di vê pêvajoya ku beriya hilbijartinên giştî têkoşîna siyasî gelek xurt dibe, de Pêvajoya Çareseriyê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn şansekî cidî ye."
PÊŞNIVÎS BI HEVDENGIYÊ HATE QEBÛLKIRIN,
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan: “Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 29’ê Mijdarê bi heyeta HDP’ê re pêk anî de pêşkêşî aliyan kir, ji aliyê hemû pêkhateyên Tevgera me ya Azadiyê ve hatiye gotûbêjkirin. Ger ev proje bi hişmendiyeke demokratîk bê mûzakerekirin û bikeve pratîkê, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn ji binî ve demokratîk bibe. Me weke projeya demokratîkbûnê nirxandiye bi hevdengiyê qebûl kiriye û biryara pêkanînê daye. Ji bo ev biryar ji Rêber Abdullah Ocalan re bê ragihandin, me di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP’ê re ku roja 9’ê Kanûnê pêk hat, aşkera kiriye. Ger hikûmeta AKP’ê û dewleta Komara Tirkiyeyê vê pêşnivîsê qebûl bike û pêk bîne, tevgera me amade ye ku tişta dikeve ser milê wî pêk bîne. Ji ber girîngiya pêvajoya siyasî ku pêvajoyeke giran e, girîng e ku ev pêşnivîs roj bi roj bê pêkanîn û em ji hikûmeta AKP’ê jî daxwaza heman helwestê dikin.”
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN RÊBER OCALAN BÊN SERERASTKIRIN’
Ji bo projeya çareseriyê bi awayek serkeftî pratîk bibe, KCK’ê bal kişand ser van xalan: “Ji bo Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê bi serkeftî bê pêkanîn, divê şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan têde ne li gorî karîna birêvebirina muzakereyan bê sererastkirin, her wiha divê hemû hewldanên leşkerî yên weke çêkirina hin rêyan, bendav, qereqol-kalekolan ku rê li ber binpêkirina agirbestê vedikin bêne rawestandin. Her wiha, ji bo pêjajoya çareseriyê bi awayekî rêkûpêk bimeşe, divê şert û merc bên sererastkirin ku Rêber Ocalan bikare bi awayekî yekser bi tevgera me re bikeve têkiliyan.”
DIVÊ HUKÛMETA AKP’Ê DI DEMEKE ZÛ DE DEST BI MUZAKEREYAN BIKE
KCK’ê ku got; “Ji kêliya Tevgera me ya Azadiyê biryara xwe ya têkildarî mijarê ji heyeta HDP’ê re ragihand ku ji vir ve, em li gorî vê yekê tevdigerin û em ê bi bihîstyarî kêlî bi kêlî li ser vî esasî bimeşin” wiha domand: “Ger hikûmeta AKP’ê di demek zû de muzakereyan bide destpêkirin, pêk bîne, em ê li gorî vê yekê bimeşin, çi tişta ku bikeve ser milê me em ê di heman kêliyê de pêk bînin. Em helwest û nêzîkatiyeke mîna vê ji hikûmeta AKP’ê dixwazin û hêvî dikin.”
‘PROJE WÊ PIRSGIRÊKÊN HEMÛ ROJHILATA NAVÎN ÇARESER BIKE’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê binê wê yekê xet kir ku wê pêşnivîsa ji aliyê Ocalan ve hatiye amadekirin, ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê bibîne û wiha got: “Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ne tenê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd e, di heman demê de wê ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriyê bîne û ji bo çareseriya van pirsgirêkan projeyeke ya demokratîkbûnê ye.”
JI KCK’Ê BANG
KCK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Li ser vî esasî Tevgera me ya Azadiyê bang li hemû gelên me û hêzên demokratîk dike ku bi baldarî û bihîstyarî têkoşîna siyasî ya demokratîk pêş bixe û xwedî li vê projeya çareseriyê ya Rêber Abdullah Ocalan ku wê çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bîne xwedî derbikevin û ji bo pêkhatina vê pêşnivîsa muzakereyê hemû tişta ku dikeve ser milê wan bi awayeke serkeftî pêk bînin.”