KCK: Li pişt biryarê, bazariyeke qirêj heye

KCK: Li pişt biryarê, bazariyeke qirêj heye

KCK'ê diyar kir ku, li pişt biryara Danîmarkayê ya girtina televîzyonên Kurd bazariyeke qirêj heye û destnîşan kir ku, ev biryar piştgirîdayîna qirkirinê ye. KCK'ê got, "Vê qenala televîzyonê, cîhan bi Komkujiya Roboskî hesand. Girtina qenaleke bi vî rengî, eger ne astengkirina azadiya nûçegirtinê be, hingî çiye?"

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK''e, der heqê biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşanê yên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

KCK'ê biryara girtina televîzyonên Kurd a dadgehê weke êrişek li dijî mafên mirovan bi nav kir û got, "Em vê biryarê weke hevkariya gunehê qirkirina çandî yê li dijî Kurdan tê kirin dibînin û bi tundî şermezar dikin."

KCK'ê ragihand ku biryar siyasî ye û li pişt bazariyeke qirêj heye. Di daxuyaniya KCK'ê de weha hat gotin:

"Ev biryar, li dijî azadiya raman, çapemenî û weşanê ye ku Ewropa û Danîmarka ew pejirandiye. Ji bo huqûqa Danîmarkayê jî weke şopeke qirêj li dîrokê ketiye. Danîmarka bi vê biryarê re bi awayekî zelal pîvanên xwe binpê kiriye.

Raya giştî di wê baweriyê de ye ku ev biryar, siyasî ye. Bi dîtina me, tevî siyasîbûna biryare, encama hevkariyeke qirêj e. Li pişt vê biryarê teqez bazariyeke qirêj heye.

Ev qenalên televîzyonê yên Kurd, ne pêwendiya wan bi rêxistineke terorê re heye, ne jî weşanek li dijî gel û civakan dikin. Tevahiya cîhan dizane ku, ev qenalên televîyonê bi alîkariya gelê Kurd ê xizan, weşanên xwe dikin. Bi alîkariya gelê Kurd ê li Ewropayê, ji bo parastina çand û hebûna netewî ya gelê Kurd weşanê dikin. Îddîayeke berovacî vê rastiyê, ji derewa dewleta Tirk a ji bo protetoyên li dijî qereqola li Licê re gotibû "narkotîk diçandin", dereweke mezintir e. Em êdî fêrî derew û kirasên dewleta Tirk ên li qirkirinên çandî û gunehên xwe dikin, bûne. Lê belê li welatekî Skandînavyayê, wergirtina biryareke bi vî rengî, encax di encama hevkariyeke qirêj de dikare gengaz bibe."

EGER ROJ TV NEBÛYA, SER ROBOSKÎ WÊ BIHATA NIXUMANDIN

KCK'ê da xuyakirin ku Kurd, gelekî di bin asîmîlasyon û qirkirina çandî de ye û destnîşan kir ku ev ye asîmîlasyon û qirkirin herî zêde bi navgînên çapemeniyê li dijî gelê Kurd tên kirin. KCK'ê got, "Li Tirkiye û Kurdistanê, bi sedan, bi hezaran TV, radyo, rojname û navgînên din ên çapemeniyê re hewl tê dayîn gelê Kurd di aşê qirkirina çandî de bê hêrandin. Li hemberî vê yekê, li Kurdistanê azadiya nêrîn û belavkirina nêrînê tineye. Bi tenê ji weşanên di çarçoveya polîtîkaYên qirkirina siyasî de dimeşin re, destûr tê dayîn." KCK'ê destnîşan kir ku ev biryar di heman demê de destekkirna polîtîkayên qirkirina çandî ya dewleta Tirk e.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Girtina qenalên televîzyonê yên nûçeyên rast didin civakê û jiyana çandî û civakî ya gelekî di bin qirkirina çandî û asîmîlasyonê de ye, eger ne destekdayîna qirkirina çandî be hingî çiye? Vê qenala televîzyonê, cîhan bi Komkujiya Roboskî hesand. Girtina qenaleke bi vî rengî, eger ne astengkirina azadiya nûçegirtinê be, hingî çiye? Eger ROJ TV nebûya, wê niha Komkujiya Roboskî bi awayekî din bihata dayîn û ser wê bihata nixumandin.

Çapemeniya Kurd, ne gunehê nefretê dike ne jî cihêkariyê. Di vê mijarê de çapemeniya herî zêde azadîperest û xwedî empatî ye. Suryanî, Ermenî, Êzidî, Elewî û gelên din herî zêde li nava çapemeniya Kurd cih dibîin. Her dem, ev qenalên televîzyonê daxwaza çareseriya demokratîk û aştiyane dikin. Qenalên ku di mijara demokrasî û azadiyê de, herî zêde bi pîvan tevdigerin. Li gel vê rastiyê, girtina van qenalan ne ji demokrasiyê ne jî ji azadiyê re xizmetê dike. Bi tenê hêzê dide dijberên demokrasî û azadiyê."

DI PÊVAJOYA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ DE WERGIRTINA VÊ BIRYARÊ, WATEDAR E

KCK'ê da xuyakirin ku ev biryar di heman demê de li dijî pêvajoya demokratîkbûyî ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, hatiye dayîn.

KCK'ê got, "Ev biryar, di pêvajoya demokratîkbûyînê de tê wateya astengiyê. Ewropaya ku navê PKK'ê yê hêzên xwe yên çekdar vekişand, xist lîsteya terorê, niha jî di dema nû ya demokratîkbûyîn û aştiyê de, televîzyonên Kurd girtiye. Ji bo ew hêzên dibêjin piştgiriyê didin pêvajoyoa aştî û aramiyê, wergirtina vê biryarê nayê fêmkirin û rewşeke gelekî watedar e." KCK'ê, di serî de Danîmarka bang li hemû hukûmetên li Ewrpa û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî vê biryarê rawestin û di vê mijarê bi gelê Kurd re di nava hevkariyê de tevbigerin.