KCK'ê derbeya leşkerî ya li Misrê bi "tundî" şermezar kir

KCK'ê derbeya leşkerî ya li Misrê bi "tundî" şermezar kir

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, derbeya leşkerî ya li Misrê bi "tundî" şermezar kir û got, "Bi vê derbeyê re xwestine şoreşa gel bifetisînin."

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbeya leşkerî ya 4'ê Tîrmehê ya li Misrê bi daxuyaniyekê şermezar kir. KCK'ê da xuyakirin ku cihê demokratîkbûyîn lê tinebe wê bingeha derbeyan her hebin û destnîşan kir ku bi demokratîbûyîneke xurt, pêşî dikare li derbeyan bê girtin.

Di daxuyaniya KCK'ê de weha hat gotin: "Roja 4'ê Tîrmehê, şerê desthilatdariyê yê li Misrê, êşeke nû bi gelan daye jiyîn. Li Misrê, ji ber ku piştî şoreşê demokratîkbûyîn pêk nehatiye, artêşê firsend dîtiye û derbe kiriye. Li cihê ku demokratîkbûyîn tinebe, wê bingeha derbeyên bi vî rengî her hebin. Demokratîkbûyînên xwedî bingeh, dikarin pêşî li derbeyan bigirin. Deshilatdariya li Misrê, ji ber ku rê li ber demokratîkbûyînê venekir û bi dizîna şoreşê re li dû hegemonyayeke nû geriya, bi xwe bû bingeha derveyê. Şoreşa Misrê bûye qurbanê xweziya deshilatdariyê. Em vê derbeyê bi tundî şermezar dikin. Bi vê derbeyê re xwestine şoreşa gel bifetisînin. Gelê ku xwestiye şoreşa li qada Tehrîrê hatiye dizîn ji nû ve bistîne, bi dizekî nû yê şoreşê û kujerekî re rû bi rû maye. Yek ji wan didize, yê din jî dikuje.

Divê gel li her deverê xwedî li şoreşên xwe derkevin û firsendê nedin diz û kujerên şoreşê."