KCK: Divê gelê me li gel berxwedana Kobanê be
KCK: Divê gelê me li gel berxwedana Kobanê be
KCK: Divê gelê me li gel berxwedana Kobanê be
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê bang li gelê Bakurê Kurdistanê, hemû welatparêz, şoreşger û derdorên bihîstyar û dostan kir ku têkoşîna xwe ya li dijî dijminahiya AKP’ê ya li hember gelê Kurd ku bi destekkirina çeteyên DAIŞ’ê bi israr berdewam dike, xurt bikin û li gel berxwedana Kobanê bin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr xist ku ev 2 meh û nîv e, çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê hewl didin bi êrîşeke berfireh a bi desteka dewleta AKP’ê şoreşa Rojava bifetisînin û Kobanê dagir bikin.
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku berxwedana gelê Kobanê, YPG û YPJ’ê ya bi ruhê fedayî û lenhengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, çeteyan bin xistine û di daxuyaniya xwe de cih da van hevokan: “Ev plana xayin vala hatiye derxistin. Faşîstên DAIŞ’ê derbeya herî mezin li Kobanê xwarine û vîna wan şkestiye. Lê heta niha jî bi desteka dewleta Tirk li ber xwe dide û hewl dide ku planên qirêj pêk bîne.
Di van rojên dawiyê de pevçûna herî dijwar a Kobanê di nava van 24 saetên dawiyê de pêk hat. Faşîstên DAIŞ’ê bi desteka AKP’ê bi du wesayîtên bombebarkirî ji Pirsûsê derbasî Kobanê bûne. Di van 24 saetên dawiyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ev pevçûnên dijwar piştî êrîşa DAIŞ’ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat destpê kirine. Di van êrîşan de vîna çeteyên DAIŞ’ê hatiye şkandin û çeteyên DAIŞ’ê şûnde hatine vegerandin û gelek windahî dane.
Dewleta AKP’ê ji destpêkê ve bi destekkirina çeteyên DAIŞ’ê dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd û Kobanê berdewam kiriye. Her çendî alîkariya xwe ya ji bo faşîstên DAIŞ’ê înkar bike jî, lê her roj aşkera dibe ku ev yek rast e û ev yek bi dîmenên hatine girtin jî tê piştrastkirin.
Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê, bang hemû welatparêz, şoreşger, aliyên bihîstyar û dostên xwe dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî dijminahiya AKP’ê ya li hember gelê Kurd ku bi destekkirina çeteyên DAIŞ’ê bi israr berdewam dike, xurt bikin. Heta desteka dewleta AKP’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê bidome divê gelê me li her derê rabe ser piyan û serhildanan pêş bixe.”