KCK: Çareserî wê bi qonaxa duyemîn pêş bikeve
KCK: Çareserî wê bi qonaxa duyemîn pêş bikeve
KCK: Çareserî wê bi qonaxa duyemîn pêş bikeve
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser girîngiya qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir, ku hukûmeta Tirkiyê heta niha ti gav neavêtiye. KCK'ê destnîşan kir, ku destûra bingehîn a nû divê beriya hilbijartinan bê derxistin.
Rojnamevan û nivîskar Hasan Cemal, di çarçoveya çavdêriyên xwe yên li Herêma Parastinê yên Medyayê, bi Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, endamên Konseya Rêveber Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Ronahî Serhat û endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta re, bi qasî pênc saetan li Akademiya Şehîd Sara, hevdîtine kir. Di hevdîtinê ku di malpera t24an de hat weşandin, endamên Konseya Rêveber a KCK'ê pêvajoya çareseriyê û qonaxa duyemîn a pêvajoyê destnîşan dikin;
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan balê dikşîne nexşeya rê ya pêvajoya aştî û çareseriyê û destnîşan dike, ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê ji aliyê Kurdan ve bicih hatiye anîn û van nuqteyan destnîşan dike:
"Biryara agirbestê û pêkanîna wê, biryara vekişînê û pêkanîna wê, ev hemû ji aliyê me ve hatin kirin. Herdu mijar jî bicih tê anîn. Ji 8'ê Gulanê û vir ve pênc kom hatin. Di rojên dawî de ji ber barana dijwar, hinekî astengî heye. Di meha pêş de wê ev pêvajo hîn bi lez bimeşe. Vekişîn wê di mehek du mehan de biqede."
Karayilan piştî ku ev nuqte weke qonaxa yekemîn rave kir û bal kişand ser qonaxa duyemîn û diyar kir, ku çareseriya bingehîn wê bi qonaxa duyemîn pêk were. Karayilan vê tesbîtê dike:
"Hukûmet dikare di demeke nêz de rêya pêvajoyê veke. Yek ji van gavan jî serbestberdana siyasetmedarên Kurd ên di bin navê operasyonên KCK'ê de hatin girtin e. Heta niha gelek kêm kes hatine berdan. Her weha girtiyên nexweş jî hene. Dikare wan berdin. Çima ye nayê fêmkirin, lê dewlet cih li xwe teng dike. Mijara Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê dikare weke yek ji mijarên sereke bê nirxandin. Ji ber ku ev qanûn ji bo Kurdan rewşeke awarte ye. Pakêt vebûn, Pakêta 4. a Dadgeriyê, lê ev kêm e. Qanûna Hilbijartinê dikare bê guhertin. Benda hilbijartinê dikare bê daxistin. Qanûna Partiyên siyasî dikare bê guhertin. Qedexeya propaganda siyasî ya bi Kurdî dikare were rakirin. Ti ji van heta niha nehatin kirin."
Karayilan bi van tesbîtan re bal kişand ser destûra bingehîn a nû û got, "Divê destûreke bingehîn a welê were çêkirin, ku bi demokratîkkirina Tirkiyê re, dawî li înkarkirina Kurdan bîne, hebûn û azadiya gelê Kurd qebûl bike, azadî û wekheviya hemû komên bawerî û azadiyan ewle bike."
"EGER LI DESTÛRA BINGEHÎN TIRK BÊ NIVÎSANDIN, DIVÊ KURD JÎ WERE NIVÎSANDIN"
Di mijara nivîsandina navê Tirktiyê ya li destûra bingehîn jî Karayilan got, "Destûra bingehîn peymaneke civakî ye. Eger li destûra bingehîn Tirkitî were nivîsandin, hingî divê Kurdayetî û komên din ên baweriyan jî bê nivîsandin. Ya girîng, înkarnekirina hemû gelan e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok jî di vê mijarê de got, "Eger di destûra bingehîn de navê Tirkan bê bilêvkirin, divê yê Kurdan jî bê bilêvkiirn. Pêwîste realîteya Kurd di destûra bingehîn de cih bigire. Yan jî destûra bingehîn dikare behsa ti nasnameyên etnîkî neke. Wer xuyaye, AKP ji ber nerazîbûna MHP û CHP'ê vê mijarê baş naxe rojevê."
OK: DIVÊ KURD KARIBIN XWE BIRÊVE BIBIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku dewlet û hukûmeta AKP'ê heta niha ziman û ûslûba xwe neguhertine û got, "Ji aliyekî ve aştî tê, lê hînê ziman û ûslûba înkarkirina Kurdan hînê dewam dike. Gotinên Bulent Arinç ên digot, "Kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye", "Bila biçin dojehê" û "eşkiya, terorîst" vana hemû têgihiştina dewletê ya li ser Kurdan e. Divê ev têgihiştina dewletê bê guhertin. Heta niha netew-dewlet li Tirkiyê nebû çareserî. Asîmîlekirina Kurdan bi ser neket. Şer û êşên heta roja îro rûdan, ji ber vê eksa dewletê ye. Bi destûra bingehîn a nû re, ev êş û azar dikare çareser bibe. Tevî guhertina destûra bingehîn, divê mejî û têgihiştin jî biguherin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok jî li ser heman mijarê, nuqteya "rêveberiyê" destnîşan kir û destnîşan kir, ku divê di destûra bingehîn a nû de teqez rêveberiya navendî ji holê rabe û divê Kurd karibin xwe birêve bibin. Ok got, "Bila Kurd xwe bi xwe rêve bibe. Di destûra bingehÎ de dikare formulasyonek rizgariya ji rêveberiya navendî were dîtin."”
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî di nirxandina xwe ya li ser qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de destnîşan kir, ku divê mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve rojevê.
"DIVÊ RÊBER APO KARIBE BI HERKESÎ RE HEVDÎTINÊ BIKE"
Bayik da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi Qendîlê divê karibe bi her derdorê re li se çareseriyê hevdîtinê bike û Karayilan jî li ser heman mijarê ev xal destnîşan kir:
"Pêvajoya çareseriyê îro bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin. Ji ber vê yekê, heyet ji Qendîlê, heyet ji KCK'ê, heyet ji BDP'ê, heyetek ji Mirovên Aqilmend, ji akademîsyen, rojnamevan, hunermendan divê karibin biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin."
"DESTÛRA BINGEHÎN Û QANÛNÊN NÛ, DIVÊ BERÎ HILBIJARTINAN BIQEDIN"
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan di axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê qonaxa duyemîn a çareseriyê beriya hilbijartinan temam bibe û destûra bingehîn a nû qanûnên pêwîst di vê demê de bên derxistin.
BAYIK: AŞTÎ WÊ BI TÊKOŞÎNA DAYIKAN ÇÊ BIBE"
Hasan Cemal diyar dike, ku di hevdîtinê re rêveberên KCK'ê êşa hemû dayikan parve dike û cih dide van gotinên Karayilan: "Trajediyên rû dan, li derveyî vîna me bi pêş ketin. Çavkaniya van trajediyan, siyaseta înkarkirina Kurdan e. Divê dayikên leşkeran bizanibin ku ev şer, ne daxwaza me bû. Ji bo bîranîna ciwanên me yên şehîd ketin, em hewl didin aştî û biratiyê têkûz bikin. Ji bo êdî êş neyê kişandin, em têdikoşin. Li ser banga Rêber Apo kar û soza me ya ji bo aştiyê ciddî ye, me nîşan dan ku em ji dil in. Eger aliyê dewletê jî berpirsyariyên xwe bicih bîne, hingî ti dayik êdî nagirîn."
Rojnamevan Hasan Cemal der heqê mijarê de cih dide van gotinên Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: "Em neçar man şer bikin. Ti kes ne şerxwaz e. Di şer de hin rewşên ne dihatin xwestin jî, hatin jiyîn. Heta ku aştî nebe, êşên rû dane, nikarin werin parvekirin. Aştî wê bi destê dayikan were. Divê dayikên Tirk jî li gel dayikên Kurd ji têkoşîna aştiyê re pêşengiyê bikin."