KCD: Ziman xeml û kirasê neteweyan e

KCD: Ziman xeml û kirasê neteweyan e

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir, ku ziman xeml û kirasê neteweyan e, ku civakan ji hev cihê dike.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da xuyakirin, ku ew biryara Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku di sala 2006’an de 15’ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kiribû, dipejirîne û cejn li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ziman xeml û kirasê neteweyan e û ragihandin, ku her neteweyek bi çand û zimanê xwe ji neteweyeke din cihê dibe. KCD’ê diyar kir, ku Kurd weke neteweyek kevnar a cîhanê bi hezaran salan li gel hemû şert û mercên neyînî zimanê xwe parastiye û aniye heta roja îro.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; “Digel ku di dîrokê de zimanê kurdî kêm caran bûye zimanê desthilatdariyê jî, îro li cîhanê bi şanazî û serbilindî di nav zimanên gelan de zimanê kurdî jî, alaya xwe digobilîne û di hemû warên zanistî û teknîkî de têra xwe dike. Hêvî û daxwaza me ew e ku em kurd ku axêverên vî zar û zimanê şîrîn in, alaya vî zimanî ji her demê bilindtir bikin û vî zimanê ku mîrateya bavê kalên me ye, di nav zimanê gelan de bînin astên bilintir.”

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KCD’ê bibîr xist, ku zimanê bedew ê Kurdî mîrateya Baba Tahir, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî ye. Di daxuyaniyê de hat got, “Vî zimanî xwe bi rengê Cegerxwînan, Celadetan, Hejar û Hêminan xemilandiye. Em bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bejna xwe li hember hemû wêjekar û xweşbêjên vî zimanî ditewînin û wan bi minet û dilovanî bi bîr tînin.”

Hêjayî gotinê ye, di 15’ê Gulana sal 1932’an de Kurdperwerê nemir Celadet Elî Bedirxan “Kovara Hawar” derxist û Kongreya Netewî ya Kurdistanê di sala 2006’an de weke Roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kiribû.