KCD'ê 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî

KCD'ê 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ya ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Şoreşger a Tirkiyê û destnîşan kir, ku di vê pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane de, pêwîste Tirkiye bi paşeroja xwe re rûbirû bimîne.

KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî "Şehîdên Meha Gulanê" bibîr anî û bibîr xist, ku ji bo pêşerojeke azad û Tirkiyeke demokratîk, heta niha gelek têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya meha Gulanê û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd û gelên Tirkiyê ti carî têkoşerên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekiriye û wê ji niha û pê ve jî jibîr neke.

KCD'ê ragihand ku trajediyên herî mezin ên vî welatî bi 12'ê Adarê mezin bûne û bi 12'ê Îlonê re jî veguherîne pêvajoyên hovîtiyê. KCD'ê anî ziman ku li dijî van hemû êşkence û kiryarên dij mirovahiyê, berxwedanên dîrokî hatine nîşandan. Di dewama daxuyaniyê weha hat gotin; "18'ê Gulanê roja ebedîbûna vê berxwedanê ye. Şoreşgerê nemir û parastvanê wekheviya gelên Kurd û Tirk Îbrahîm Kaypakkaya, di vê rojê de ji aliyê rejîma 12'ê Adarê ve hat kuştin. Di 18'ê Gulana sala 1977'an de jî enternasyonalîstê mezin û giyana wekheviya gelan a têkoşîna gelê Kurd Heqî Karerr, ji aliyê pergala înkarê ve bi komployekê hatiye şehîdkirin. Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad, di kesayetiya Heqî Karer de xwe daye der.

Di 18'ê Gulana sala 1982'an de zarokên giranbuha yên gelê Kurd Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mehmûd Zengîn û Necmî Oner, li dijî faşîzma 12'ê Îlonê bedena xwe dan ber agir. Ev çalakiya ku cewhera berxwedanê ya gelê Kurd pêk tîne, bi salan rêya têkoşîna gelê Kurd ronî dike.

Dîroka Tirkiyê di heman demê de dîroka wendahiyên di binçavan û kuştinên kiryarên wan ne diyar e. Ji bo wendahî bên dîtin û berpirsyarên kuştinên kiryarên wan ne diyar bên ronîkirin, di navbera 17-31'ê Gulanê de di çarçeoya hefteya wendahiyan a navnetewî de çalakî tên lidarxistin. Di vê pêvajoya ku çareseriya demokratîk û aştiyane bi pêş dikeve, gelekî girînge Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne. Bi vê têgihiştinê em bang li hemû hêzên demokratîk dikin, ku bi berpirsyariyên xwe rabin."