KCD'ê ji bo tenduristiya Ocalan bang kir

KCD'ê ji bo tenduristiya Ocalan bang kir

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê da xuyakirin ku, ji bo mûayenekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew amade ne heyetek ji doktorên pispor û serbixwe ava bikin û der heqê tenduristiya Ocalan de banga hestiyariyê li wezareta pêwendîdar, hukûmet û raya giştî kir.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyanyê de hat ragihandin ku ji bo serketina pêvajoya danûstandin û aştiyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiye, tenduristiya mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelên Tirkiyê gelekî girîng e. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku bi hevdîtina dawî ya bi malbatê re ji raya giştî re hatiye ragihandin ku, pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber tecrîda giran, ketiye rewşeke ciddî û weha hat gotin:

"Li gorî pîvanên ehlaqa Tibbî û huqûqa gerdûnî, ji tenduristî û mafên din ên girtî û hikumxwaran, hukûmet û dewlet berpirsyar in. Birêz Ocalan daye xuyakirin ku rewşa tenduristiya wî ya ji ber tecrîda giran xera bûye, gihaştiye asteke xetere lewma heyetek ji doktorên pispor ên serbiwe xwestiye. Lê belê hukûmetê û wezareta pêwendîdar heta niha der heqê mijarê ne daxuyaniyek daye ne jî gavek pratîkî avêtiye. Vê rewşê rê li ber fikarên ciddî vekiriye. Ji ber rola Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a di pêvajoya danûstandinên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, rewşa tenduristiya wî ji aliyê tevahiya raya giştî ve bi baldarî tê şopandin. Weke Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk em amadene ji bo mûayeneke berfireh a Ocalan, heyeteke ji doktorên serbixwe yên pispor ava bikin û di serî de wezareta pêwendîdar bang li hukûmet û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin."