'Karesata li Hîndîstanê ji ber guhertina avhewayê ye'

Lêkolînerê Elman Jacob Schewe bal kişand ser pêwendiya barana mûsonê bi guhertina avhewayê re ku li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê 410 kes ji ber wê jiyana xwe ji dest dan.

Li Hîndîstanê, barana mûsonê rê li ber lehiyê vekir û di encamê de herî kêm 410 kes mirin, milyonek kes jî ji cih û warê xwe bûn. Tê gotin ku pêwendiya vê karesatê bi guhertina avhewayê re heye.

Lêkolînerê Enstîtuya Postdamê Jacob Schewe, bandora guhertina avhewayê ya li ser karesata li Hîndîstanê dinirxîne.

Schewe got, bandora guhertina avhewayê hîn mijara nîqaşê ye û diyar kir, guhertina avhewayê bi biharê re germa axê û ya okyanûsan guherandiye.

Schewe destnîşan kir ku vê yekê jî rê li ber bayê bûye sedema barana mûson a dijwar vekiriye û got, "Em zanin ku hewa germ hîn bêhtir avê diparêze. Baran û bahoza tropîk û demsalî wê hîn dijwar bin."

Jacob Schewe da xuyakirin li ser rewş û şîdeta barana mûsonê hîn agahiyeke zelal li ber destê wan nîne.

Schewe diyar kir, guhertina avhewayê wê li hin herêman rê li ber guhertinê veke û got, li gorî hin lêkolînan, wê barana mûsonê li hin herêman gelekî dijwartir be.

Schewe destnîşan kir ku li Afrîkayê dibe ku rewşeke guhertî derkeve holê.