Karayilan: Tirkiye durû dilîze

Karayilan: Tirkiye durû dilîze

Gerîlayên di meha Kanûnê de di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîmeke leşkerî ya li Herêmên Parastinê yên Medya hatin bîranîn. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ku di merasîmê de axaftinek kir, diyar kir, Kobanê eynika dewleta Tirk e. Karayilan got ku 29’ê Mijdarê li aliyekî hiştine heyeta HDP-KCD’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, li aliyê din jî li hember Kobanê êrîş hatine kirin û got, “Li holê durûtiyek heye. Ev durûtiya dewleta Tirk, stratejiya tifaqa Tirk-Kurd a Rêber Apo pêş dixe ji bingeh ve dînamît dike. Divê her kes vê bibîne. Û divê ti kes li hember vê durûtiyê bê helwest nemîne.”

Gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Herêmên Parastinê yên Medya bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn. Di merasîmê de endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, fermandarên HPG’ê û gelek gerîla beşdar bûn. Karayilan di merasîmê de axaftinek kir û got, “Em ê bîranîna van şehîdên me yên hêja heta serkeftinê hilgirin û bidin jiyandin.”

‘EM Ê BÎRANÎNA WAN BI VEGUHASTINA SERKEFTINÊ BIDIN JIYANDIN’

Karayilan got, “4’ê Kanûnê di dîroka têkoşîna me de rojeke girîng a berxwedanê ye. Îro gelek xelekên girîng tevlî zincîra şehadetê bûne. Di sala 2007’an de li Çiyayê Gabarê, di şerekî ku rû da, fermandarên me yên hêja Adil û Gulbahar bi komeke şoreşger re li ber xwe dan û şehîd ketin. Heval Rozerîn Riha, Bêrîtan Goyî, Serdem Gabar, Harûn Torî û Xwînda di vê berxwedanê de bi heval Adil û Gulbahar re destan nivîsandin.

Di sala 1989’an de têkildarî mudaxeleya li hember çeteya çarmend komek heval ku tehlûkeyên mezin dan ber çavan û ji bo talîmata Rêber Apo bigihênin Botanê, dema sînorê Rojava-Bakur derbas dikirin, li Ava Mezin (Çemê Dîcle) de ketin şer. Di vî şerî de heval Muhîttîn, Ahmet, Zinar û Zozan bi berxwedaneke mezin şehîd ketin. Heman rojê wek dewama vî şerî, li qûntarên Cûdî li cem gundê Şax li Kêrê 9 heval tevlî karwanê şehîdan bûn. Van egîdên ku ji Rojava heta qûntarên Cûdî her cih veguherandin qada şer, 4’ê Kanûnê kirin destanek.

Dîsa di sala 2000’î , Şerê Qendîlê de 20 hevalên di bin fermandariya heval Rustem (Yucel Zeydan) de berxwedaneke mezin nîşan dan û gihiştin şehadetê. Ew jî bûn haveynê yekîtiya neteweyî.

Di rojeke wiha de di şexsê şehîdên me yên hêja, Adil, Muhîttîn, Gulbahar û Rustem de em şehîdên xwe yên meha Kanûnê û tevayî şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bibîr tînin û em soza ku me daye wan dubare dikin. Em ê ala dewrî me kirine hê bilindtir bikin û Kurdistan û Rêber Apo azad bikin. Em ê bîranînên van şehîdên me yên hêja bi veguhastina serkeftinê bidin jiyandin. Li ser vî esasî em careke din bibîr tînin û dibêjin, ‘Şehîdên Kurdistanê bi vê têkoşîna tê pêşxistin wê ti carî nemirin û wê bêmirin bin.’”

 ‘GELÊ KURD LI HEMBER DAIŞ’Ê ŞERÊ ÎRADEYÊ DIMEŞÎNE’

Murat Karayilan, diyar kir ku Têkoşîna Azadiya Kurdistan di merheleyeke girîng re derbas dibe û wiha dewam kir, “Bi taybet li hember faşîzma çeteyên DAIŞ û mêtinkariya kûr a li pişt wê li Rojava û Başûrê Kurdistanê berxwedaneke girîng tê rêveberin. Di vê berxwedana dîrokî de şerê gerîla, pêşmerge û YPG/YPJ bi rê ve dibin, şerekî pir girîng e. Ev şer şerê îradebûnê yê gelê Kurd e. Ev şer îro li Kurdistanê bi awayê herî dijwar tê meşandin. Berxwedana ku îro li Kobanê pêş dikeve, berxwedana rûmetê ya gelê Kurd e. Berxwedaneke rûmetê ye. Îro li Kobanê li hemberî hovîtî, faşîzmê û mêtinkariya kûr, berxwedana  mirovatî, demokrasî, azadî û biratiya gelan pêş dikeve. Têkoşîna li wir tê meşandin û berxwedana tê pêşxistin pir bi hurmet e. Di aliyê tevayî gelê Kurd û mirovatiyê de şerekî rûmet û îradeyê tê kirin. Em tevayî egîdên li Kobanê di nav berxwedanê de ne silav dikin. Ev berxwedana ku ew nîşan didin, îro li Kobanê bi xwe re dîrokeke nû dinivisîne. Ev berxwedana pîroz, di heman demê de neteweyî ye, ji azadî û demokrasiyê tê rêvebirin.”

‘ÊRÎŞA DAIŞ A LI HEMBER MURŞÎTPINAR BI PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YE’

Karayilan got ku mêtinkariya Tirk li hember berxwedana Kobanê bi durûtiyeke mezin û gwelek rêbazan êrîşan pêk tîne û wiha dewam kir, “Wek tê zanûn 29’ê Mijdarê heyeta HDP-KCD’ê çû Îmrali û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşnivîs-planek pêşkeş kir. Ev pêşnivîs gihişt destê me û em niha li ser nîqaşan dikin. Lê em dibînin ku roja Rêber Apo pêşnivîs teslîmî heyetê kir, bi alîkarî û tevkariya dewleta Tirkiyeyê li hemberî berxwedana Kobanê êrîşeke mezin destpê kir. Ev di me de dibe sedema gumanên mezin. Roja bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat, pêşxistina êrîşeke wiha û hem jî ne veşartî, aşkera ji ser axên di kontrola leşkerên Tirk de, parçeyê planeke mezin. Panzer e 29’ê Mijdarê di deriyê Murşîtpinar de hat teqandin di nav sînorên Trikiyeyê re anîn û teqandin. Piştî vê êrîşê ji sê milan ve ji nav axên Tirkiyeyê êrîş pêk hatin. Dewleta Tirk ku li ber çavên tevayî raya giştî ya cîhanê piştgiriyê dide DAIŞ, di mijara nêzîkatiya wê li hember çareserkirina pirsgirêka Kurd de dibe sedema şik û gumana.”

KOBANÊ EYNIKA DEWLETA TIRK E’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê  Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze bi Kurdan re aştiyê çêbike û pirsgirêka Kurd bi rêbazên muzakereyê yên aştiyane bê çareserkirin, çima li hember Kantona Kobanê evqasî dijbertiyê dike! Ji aliyekî ve dibêje, ‘Ez ê bi Kobanê re dostaniyê pêş bixim, pirsgirêka Kurd bi rêbazên diyalogê çareser bikim’ li aliyê din jî ji êrîşên li hember Kobanê re aşkera dibe destek. Her roj kesên piştgiriyê didin Kobanê bi operasyonên qirkirina siyasî tên binçavkirin û girtin. Opersyonan pêş dixin. Di ser cihên kesên di berxwedana Kobanê de birîndar bûne digirin û wan digirin. Li her deverên ku gelê Kobanê lê ye, her roj binçavkirin û zext çêdibin, zilm û neheqî tê kirin. Eger hikûmeta AKP’ê ji pêvajoya ku jêre pêvajoya çareseriyê tê gotin, jidil be, divê rast û dirûst nêzî berxwedana li Kobanê û gelê Kobanê bibe. Divê bi vî awayî dijminahî neyê kirin. Me berê jî destnîşan kir: Kobanê eynika dewleta Tirk e. Dema mirov li vê eynikê dinêre rastiya dewleta Tirk tê dîtin. Em vê rastiyê careke din destnîşan dikin.

Divê gelê Kurd û alîgirên demokrasî û aştiyê vê rastiya AKP’ê bibînin. Li holê durûtiyeke aşkera heye. Ev durûtiya dewleta Tirk, stratejiya tifaqa Tirk-Kurd a Rêber Apo pêş dixe ji bingeh ve dînamît dike. Divê her kes vê bibîne. Û divê ti kes li hember vê durûtiyê bê helwest nemîne.”

‘EM DI RONIYA PERSPEKTÎFA RÊBER APO DE JI ÇARESERIYEKÊ RE AMADE NE’

Karayilan got, “Em di roniya perspektîfa Rêber Apo de ji çareseriyekê re amade ne, lê di pêvajoyeke wiha dîrokî de, em ê ti carî rê nedin durûtiyê. Em ê careke din destûr nedin bi hêviyên gelê Kurd bê lîstin. Tevgera me, rêveberiya me û tevayî gerîlayên Kurdistan di pêşengiya Rêber Apo de, xwedî wê hêzê ne ku lîstikên dijmin îro ji her demê zêdetir vala derxin û destkeftiyên gelê me biparêzin. Me di vê oxirê de gelek şehîd û berdêl dan. Şev ruhê bi berxwedana şehîdên me pêş ke ket, îro li her cihê Kurdistanê dikeve jiyanê. Berxwedana gelê Kurd pêş dikeve. Berxwedana di pêşengiya şehîd Adil, Muhîttîn, Gulbahar û Rusteman de pêş dikeve, îro gihiştiye asteke hê zêdetir. Wê di roniya bîranîna şehîdên me yên qehreman de têkoşîna gelê Kurd bigihêje serkeftinê. Û li ser vî esasî wê şehîdên me bêmirin bibin. Ji ber vê em dibêjin ku, ‘Şehîdên Kurdistanê îro jî rêberê têkoşîna me ne; rênîşanderên me ne. Ew ti carî namirin.”