Kanada sûcdarên terorîzmê ji hemwelatîbûnê derdixe

Kanadayê ragihandin ku wê kesên endamên rêxistinên terorê yên olperestên radîkal ji hemwelatîbûnê derxe.

Kanadayê ragihandin ku wê kesên endamên rêxistinên terorê yên olperestên radîkal ji hemwelatîbûnê derxe.

Wezîrê Hemwelatî û Koçberiyê yê Kanada Chrîs Alexander, got, bi qanûna hê li Senatoyê tê nîqaşkirin mimkun e kesên endamên komên Îslamîst ên radîkal û ji yên ji sûcê terorê ceza girtine ji hemwelatîbûnê bên derxistin. Alexander diyar kir qanûn ji bo kesên sîxurtiyê dikin û hemwelatiyê du welatan e jî pêk were.

Di qanûna hefteya bihûrî li Kamara Avam hat qebûlkirin, kesên ‘xiyanet li welêt kirine’ an jî di nav artêşeke din de li hember Kanadayê şer kirine ji hemwelatîbûnê tên derxistin.

Li Kanadaya ku her sal 250 hezar kes ji bo penabertiyê serlêdanê dikin piştî 3 salan dibin welatî.

Li Kanadayê piştî êrîşa meha Cotmehê ya li herêma Quebec û Ottawa bi sernava ‘Li hember terorîzma cîhadîst’ qanûnek nû hatibû destgirtin. Di qanûnê bi taybet li hember kesên tevlî rêxistinên wek DAIŞ û El Qaîde dibin tedbîrên tund pêk tên.