Kanada alîkariya ji bo koalîsyona li dijî DAIŞ’ê zêde dike
Kanada xwe amade dike ku alîkariya ji bo Koalîsyona bi pêşengiya DYA li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye avakirin, zêde bike.

Balafirên şer ên Kanadayê heta niha tenê li Iraqê li dij baregehên DAIŞ’ê êrîşên hewayî pêk dianîn. Di çarçoveya alîkariya nû ya Kanada ku wê bide koalîsyonê de wê balafirên şer ên Kanadayê li Sûriyeyê jî li hedefên DAIŞ’ê bixin.
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper duh li parlementoyê axivî û diyar kir ku welatê wan Kanadayê biryar daye ku desteka leşkerî ya ji bo koalîsyoan li dijî DAIŞ’ê zêde bike.
Piştî daxuyaniya Harper parlamentoyê biryar da ku tezkereya leşkerên Kanada yên li Iraqê 6 mehan dirêj bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê tevdigerin, ji ber wê jî divê balafirên şer li Sûriyeyê jî baregehên DAIŞ’ê bixin.
Harper da zanîn ku ew ê beriya êrîşê ti destûrê ji rêveberiya Sûriyeyê nexwazin û bal kişand ku ew ê tevlî şereke bejahî yê li Iraqê nebin.
Jetên Kanadayê yên bi tîpa 6 CF-188 Hornet tevlî operasyonan dibin. Her wiha 70 leşkerên endamên hêzên taybet ên Kanadayê li Iraqê hêzên leşkerî yên Kurdan perwerde dikin.