Kana komirê ya Şirnexê hilweşiya: Karkerek mir
Kana komirê ya Şirnexê hilweşiya: Karkerek mir
Kana komirê ya Şirnexê hilweşiya: Karkerek mir
Li Şirnexê, kaneke komirê hilweşiya û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li Kana Komirê ya bi Hejmara 1 a deh kîlometre dûrî navenda Şirnexê rû da. Gava kana komirê hilweşiya di hundurê wê de 16 karker hebûn. Ji van 15 karker bi derfetên xwe, xwe rizgar kirin. Lê Gurgun Ozen ê 47 salî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozen, ji aliyê ekîbên rizgarkirinê ve ji binê xirbeyê kanê hate derxistin.