Kalkan: Divê herkes bi berpirsyariya xwe rabe

Kalkan: Divê herkes bi berpirsyariya xwe rabe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku bi pêkhatina berpirsyariyên PKK û Kurdan re, asta yekemîn a pêvajoyê bi dawî bûye û ew derbasî asta duyemîn a demokratîkbûyînê bûne. Kalkan ji bo qonaxa duyemîn jî bang li herkesî kir, ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya Gundem a NÛÇE TV'yê ya bi moderatoriya rojnamevan Bakî Gul bû û der heqê pêvajoyê de daxuyaniyên girîng da.

Kalkan diyar kir, ku bi vekişîna hêzên gerîla re qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriyê temam bûye û destnîşan kir, ku di pêvajoya duyemîn a demokratîkbûyînê de divê herkes bi berpirsyariyê xwe rabin.

Kalkan konferansên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû û amadekariyên 3 ji wan xelas bûye nirxand û got, "konferansên mijara gotinê naveroka pêngava têkoşîna siyasî û demokratîk pêk tînin. Ev yek, projeya destpêkirin û rêvebirina vê pêngavê ye."
Endamê Konseya Rêvebe a KCK'ê Dûran Kalkan, li ser vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê, ku weke "meşa çareseriya demokratîk" bi nav dike, ev nirxandin kir:

"PÊVAJO LI SER BINGEHA DESKEVTIYÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGER DIMEŞE"

"Li ser danûstandinên Rêber Apo yên li Îmraliyê, tevgera me di 23'ê Adarê de biryara agirbestê da û piştî daxuyaniya 25'ê Nîsanê jî di 8'ê Gulanê de vekişînê destpê kir. Weke ku haya raya giştî jî jê çê bû, komên yekemîn ên gerîla di 13-14-15'ê Gulanê de gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi vê yekê re, tevgera me berpirsyariya xwe bi cih anî, soza xwe pêk anî. Careke din nîşanda ku tevgereke soza xwe bicih tîne ye."

Kalkan bal kişand ser "meşa çareseriya demokratîk" a gerîla ku di meha Gulanê de pêk aniye û got, "Meha Gulanê meha me ya şehîdan e. Meşa çareseriya demokratîk a gerîla, xwedîdeketina li şehîdan û bicihanîna armancên wan e. Meşa di şopa şehîdan de ye. Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad, li ser bingeha deskevtiyên şerê gel ê şoreşger ê sala 2011-2012'an de pêk tê."

Kalkan ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê ev xal destnîşan kir; "Hin derdoran, hêza gerîla weke asteniya li pêşiya pêvajoyê nîşan didan. Digotin, şer heye pevçûn heye, lewma em nikarin tiştekî bikin. Di rewşa heyî de, ti ji astengiyên wan behs dikirin, neman. Şer xelas bûye, îhtimala pevçûnê jî nemaye. Bi vî rengî qonaxa yekemîn a pêvajoya bi Newrozê destpê kir, temam bû. Ji niha û pê ve divê herkes, berpirsyariya bang û sozên xwe bicih bînin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser berpirsyariyên di qonaxa duyemîn de dikevin ser milê rêveberiya Tirkiyê û got: "Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, divê guhertinên destûra bingehîn û qanûnî bên kirin. Pêwîste înkarkirina Kurdan bi dawî bibe. Weke qonaxa duyemîn, divê gavên ji bo demokratîkbûyînê li her qadê bên avêtin."

HER ÇAR KONFERANS NAVEROKA PÊVAJOYÊ NE

Kalkan mijara 4 konferansên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane pêşniyar kiribû nirxand. Kalkan der heqê van konferansa de ku amadekariyên 3 ji wan bi dawî bûye, ev nirxandin kir:

"Her çar konferansên demokratîkbûyînê, ku Rêber Apo pêşniyar, ya rast naveroka vê pêngava têkoşîna siyasî û demokratîk e. Destpêkirin û pêşvebirina vê pêvajoyê ye. Bi van konferansan re tê xwestin, pirsgirêka Kurd ji destê hin koman were derxistin û li nava gel û civakên Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovên demokratîk were belavkirin û ragihandin. Bi van konferansan re ewê jî tevlî pêvajoyê bibin û ji bo çareseriyê bibin xwedî gotin. Ev yek, berpirsyariya siyaseta demokratîk e. Bikaranîna siyaseta demokratîk e. Bi konferansan re tê xwestin hemû kedkar, jin, ciwan, komên etnîkî, mezhebî, olî xwe bi rêxistin bikin û cihê xwe di nava siyaseta demokratîk de bigirin. Di encama van konferansa de wê hemû civak, gel û bindest bibin xwedî axaftin û erk ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û Rojhilata Navîn."

Kalkan ragihand, ku konferansên tên xwestin li Tirkiye û Ewrûpayê bên lidarxistin konferansên demokratîkbûyînê ne û destnîşan kir, ku ev konferans ji beşdariya herkesî re vekiriye. Kalkan got, bi van konferansan re wê projeya demokratîkbûyînê, projeya çareseriyê were afirandin.

Kalkan axaftina xwe weha dewam kir; "Konferansên li Amed û Hewlêrê jî Konferansên Kurd e. Wê hemû hêzên demokratîk û netewî yên gelê Kurd, di van konferansan de cih bigirin. Konferansa li Amedê, wê hemû gelên li Bakurê Kurdistanê bîne gel hev û vîn û daxwaza civaka li Bakurê Kurdistanê derxîne holê. Gelê li Bakurê Kurdistanê dixwaze çawa bijî, pergaleke çawa dixwaze, dixwaze di nava rêxistinbûyîneke çawa de bijî, wê vê eşkere bike. Konfernsa li Hewlêrê jî, wê vê yekê li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne. Yanî, wê vîna demokratîk û azad a 40 mîlyon Kurdan nîşan bide. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn, têkilî û piştevaniya herçar parçeyên Kurdistanê, bername û stratejiya demokratîk a netewî ya Kurdan, wê yek bi yek di vê konferansê de werin nirxandin û bên zelalkirin. Ji xwe navê van konferansan jî weke "Konferansên Piştevanî û Yekitiya Netewî" hat danîn. Ya li Amedê jî "Konferansa Demokratîkbûyîn û Azadbûyînê" ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan amadekariyên ji bo van konferansan silav kir û ji amadekaran re serketin xwest.