Jinên KCD û HDK'yî wê li Şirnexê nobedê bigirin

Jinên KCD û HDK'yî wê li Şirnexê nobedê bigirin

Endamên Meclîsa Jinan ên KCD Û HDK'ê, bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê, wê li konê "Rizgariya Demokratîk û Çareseriyê" yê li Şirnexê nobedê bigirin.

Jinên bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê konên "Rizgariya Demokratîk û Çareserî" vedane, ji bo vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê bi selametî pêk were, liv û tevgera hêzên artêşa Tirk ji nêz ve dişopînin. Heyet ji endamên Meclîsa Jinan ên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) îro li ber avahiya KCD'ê ya Amedê li hev kom bû û ketin ser rêya Şirnexê. Jin wê li vê derê di bin konê "Rizgariya Demokratîk û Çareseriyê" de nobedê bigirin. 

Heyeta jinan, wê piştî nobeda rojekê biçin gundê Roboskî yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê û malbatên 34 welatiyên di şeva 28'ê Qanûnê de di encama bombebarana balafirên şer ên F-16 de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret bike.