Jinan şeva xwe li çiyayê Cûdî û Besta derbas kirin

Jinan şeva xwe li çiyayê Cûdî û Besta derbas kirin

Endamên DOKH'ê ku duh li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopînin kon vedan heta serê sibê nobet girtin. Welatiyên kon ziyaret kirin piştgirî dan çalakiya jinan.

Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) duh li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê konê çareseriyê vedan û heya serê sibê nobet girtin. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Endama Koordînasyona KCD'ê Songul Morsumbul, Endama Meclîsa BDP'ê Rabîa Tekas, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Necla Nergîz di kon de heya serê sibê nobet girtin bi jinan re govend girtin û têkildarî pêvajoyê de nîqaş kirin. Li qada dê çalakî mehekê lê berdewam bike xebat hatin meşandin û ji bo çalakvanan ava û ceyran hate kişandin. Piştî baranê dest pê kir di kon de sobeyên daran û ceyranê hatin danîn. Welatiyên gundên derdorê jî şevê kon ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê.

Di saetên şevê de ciwanên Gundikê Melê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê ber bi kon ve meşiyan. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Ciwan cangoriyên Apo ne" hatin berzkirin. Meşa ciwana li ber kon ji aliyê jinên çalakvan ve bi tîlîlî û çepikan hate pêşwazîkirin. Ciwanan diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyê û daxuyandin ku di pêvajoya çalakiyê de amadene ku parastina rewa ya jinan bikin. Ciwan li girên dora kon nobet girtin û li çiyayan bi keviran APO, KCK, PKK û HPG nivîsîn û alên KCK'ê daliqandin.