Ji zimanê dîrokeke tê jiyîn, Kobanê
Ji zimanê dîrokeke tê jiyîn, Kobanê
Ji zimanê dîrokeke tê jiyîn, Kobanê
Dayika Yazê ya 72 salî ku sê sal berê hevserê xwe li Hesekê winda kir, bi klamên ku li ser Kobanê derxistiye, hesret û bêrîkirina xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman. Dayika Yazê ku dîrokek tê jiyîn e, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û qehremaniya şervanên YPG û YPJ’ê bi klaman vedibêje.
Kobaniyên ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê heta dawiyê berxwedan û axa xwe terk nekirin û li gel temenê wan ên mezin jî di berxwedana Kobanê de cih digirin û yên li Pirsûsê jî bi hesreta Kobanê dijîn. Dayika Yazê Mihemmed a 72 salî ku bi hezaran çîrok li di temenê xwe de bicih kir, bi klamên ku dibêje hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman.
Dayika Yazê da zanîn ku Kobanê wê nekeve, heta pêçekek me jî bimîne tê wateya ku Kobanê neketiye. Dayika Yazê, piştî sînor derbas dike, diçe Semsûrê. Piştre ji ber ku keça wê li Pirsûsê tê Pirsûsê û bi keça xwe re li kon dijî. Dayika Yazê got; Pirsûs, Wan, Mûş, Edene, Semsûr, ev hemû xwezaya Kurdan e. Dema ez biçûk bûm min çêkirina sînor dît."
Dayika Yazê ku li konbajarê Pirsûsê dimîne, diyar kir ku hevserê wê Hesen Îbrahîm Bekîr 3 sal berê di êrîşên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest da. Dayika Yazê ji bo kesên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye klamekê distirê. Dayika Yazê lanet li çeteyên DAIŞ’ê barand û talan û wêrankeriya çeteyan jî distirê. Dayika Yazê ku bi cigareya destê xwe û nexşên rûyê xwe balê dikişîne, ji bo her kesî bi stranan tiştên ku hatine serê wan vedibêje.