Ji YPG'ê çalakiya bersivdayinê: 7 leşker mirin
Ji YPG'ê çalakiya bersivdayinê: 7 leşker mirin
Ji YPG'ê çalakiya bersivdayinê: 7 leşker mirin
Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Helebê bi daxuyaniyekê, diyar kir ku duh piştî nîvê şevê şervanên wan li Şêxmeqsûd çalakiya bersivdayînê lidar xistine. Di çalakiyê de 7 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 4 birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ku Helebê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku şervanên wan duh di saetên piştî nîvê şevê de çalakiya bersivdayînê lidar xistine. YPG, da zanîn ku di çalakiyê de 7 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 4 birîndar bûne. Di daxuyaniyê de Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê destnîşan kir ku rêjîma Baas dev ji kiryarên xwe yên êrîşkar û topbarana ser Şêxmeqsûd bernede, dê YPG jî erkê xwe yê Parastina rewa bernede û bersiva êrîşên rêjîma Baas bide.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste hêzên rêjîmê yên ku li Eşrefiyê xwe bicih kirine, xwe vekişîne û rêyên di navbera herêmên El-Ewarid û Mexselet El-Cezîre û Taxa Eşrefiyê û navenda bajêr vekin.
Duh li Şêxmeqsûd di navbera Yekîneyên Parastina Gel û hêzên rêjîma Baas de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnan de şervanê YPG’ê Rustem jiyana xwe jidest da û 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û gelek birîndar çêbûn.