Ji TEV-DEM bi boneya salvegera hatina Ocalan a Rojava civîn

Ji TEV-DEM bi boneya salvegera hatina Ocalan a Rojava civîn

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di munasebeta 34’emîn salvegera derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civînên gel li dar xist.

Li taxên Şêxmeqsûd Şerqî, Xerbî û Eşrefiyê yên Helebê TEV-DEM᾿ê bi munasebeta 34’emîn salvegera derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civînên gel li dar xist. Di civînan de mijarên sedema derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Rojava û Sûriyeyê di 2’ê Tîrmeha 1979᾿an de pêk hatiye, sedema derbaskirina xebatên PKK᾿ê ya qada Lubnan û hwd. di van civînan de hatin nirxandin.

Di civînan de berxwedana PKK᾿ê û pêwendiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi neteweyên Rojhilata Navîn re û bandora erênî li ser pirsgirêka Kurd, bi giştî Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînan de rewşa herêmê  Rojavayê Kurdistanê û siyaseta gelê Kurd a xeta sêyemîn hat destgirtin. Her wiha hate destnîşankirin siyaseta ku îro li Rojava tê meşandin li ser esasê fikra Rêberê Gelê Kurd Ocalan e.