Ji sendîkayên Belçîkî banga çalakiyê

Sendîkayên karkeran, li dijî sîstema teqawîtî û polîtîkayên hikûmetê bang kirin, ku di 1'ê Nîsanê de xwepêşandan werin lidarxistin.

Sendîkayên karkeran, li dijî sîstema teqawîtî û polîtîkayên hikûmetê bang kirin, ku di 1'ê Nîsanê de xwepêşandan werin lidarxistin.

Sendîkayan li bajarê Charleroî daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê li herêmên Namûr, Lîege û Haînaûtê çalakiyan lidar bixin.

Çalakiya li herêma Haînaût wê li bajarê Charleroî bê lidarxistin. Tê payîn ku ji gelek bajaran bi hezaran kes bên vî bajarî.

Sendîkayên FGTB, CSC û CGSLB li dijî polîtîkayên hikûmetê derdikevin. Sekreterê Herêmê yê Sendîkaya CSC Chantal Doffîny ragihand ku sendîka li dij in li welatekî zêdeyî 600 hezar bêkarên xwe hene, di sîstema teqawîtiya zû de, guhertin bê kirin.