Ji Şaredariya Serê Kaniyê piştgiriya bi Rojava

Ji Şaredariya Serê Kaniyê piştgiriya bi Rojava

Şaredariya Serê Kaniyê ya Rihayê, di çarçoveya xebatên alîkariya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re, 2 kamyon alavên pêwîst berhev kir û ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê derbasî Rojava dike.

Der heqê mijarê de Cîgirê Şaredarê Serê Kaniyê Hasan Karaoglan daxuyaniyek da û diyar kir, ku 2 kamyonên ji alavên pêwîst ên bingehîn pêk dihat, ji ber deriyê sînor ê Serê Kaniyê girtiye, ji Deriyê Sînor ê li Nisêbînê derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin. Karaoglan ragihand ku xebatên wan ên piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û bang li hemû sazî û dezgehan kir ku bi hestiyarî tevbigerin. Karaoglan destnîşan kir, ku ewê şandina alavên pêwîst, her dewam bikin.