Ji partî û rêxisitnên Rojava bo UNESCO bang
Ji partî û rêxisitnên Rojava bo UNESCO bang
Ji partî û rêxisitnên Rojava bo UNESCO bang
Rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê bang li rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perweredeyê UNESCO kirin ku, zextê li hukumeta Sûriyeyê bikin da ku ji biryarên xwe yên veguhestina ezmûnên xwendekarên beşa navîn û amadeyî ya navçe û gundên herêma Cizîrê li bajarên Hesekê û Qamişlo tenê werin lidarxistin, vegere.
Hukumeta Sûriyeyê û wezareta perwerdê di derbarê ezmûnên xwendekaran ku dibêjin dê ezmûnên navîn û amadeyî li gund û navçeyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê qedexebin û xwendekarên hemû navçe û gundên herêmê neçarin li navenda bajarên Hesekê û Qamişlo tevî ezmûnan bibin.
Têkildarî mijarê rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNESCO kirin ku mudaxele bike û zextê li Hukumeta Sûriyeyê bike ku ji biryara xwe vegere. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dar xistina ezmûnan li herêmên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de û li gorî biryara wan dê ezmûn li bajarê Qamişlo û Hesekê werin lidar xistin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku xwendekarên vê herêmê ji 80 hezarî zêdetire, ji van 60 hezar xwendekarên qonaxa navînin û temenê di navbera 14-16 salî de ne, her wiha bi hezaran xwendekar ku ji herêmên din ên Sûriyeyê koçî vê herêmê kirine dê tevlî ezmûnan bibin.
Di daxuyaniyê de hin xalên ku bandora xwe ya neynî bikin wiha hatin rêzkirin:
1- Metirsiya ewlehî li ser xwendekaran di rêyên dirêj de di navbera Qamişlo, Hesekê, navçe û gundên wê de, her wiha komên çekdar ên li ser van rêyan û bi taybet Serêkaniyê, Hesekê, Til Temir, Til Hemîs, Şedadê û hwd.
2- Metirsiya ku xwendekar rastî qezayên trafîkê werin, ji ber ku rêyên di navbera van herêman de ne amade ne ku gelek wesayît di heman demê de li ser wan bimeşin.
3- Banadora seferê ya li ser xwendekaran ber bi navendên ezmûnan ve, dê bandorê li derûniya xwendekaran bike û bi taybet dirêjbûna rêyên van herêman ku carna digihêje 3 seetan. Her wiha rêyên di navbera Hesekê û Qamişlo, Dêrik û Serêkaniyê de dê xwendekaran biwestîne û bandora neyînî li wan bike.
4- Bandora aborî li malbatên xwendekaran bike û bi taybet buhabûna kirya di navbra bajarên herêmê de, ji ber ku mazot û benzîn bi dijwarî peyda dibe.
5- Ji ber zêdebûna mirovan dê bandora neyînî li xwezaya Hesekê û Qamişlo bibe. Her wiha ji ber metirsiyên ewlekarî ku li van bajaran bibe.
6- Metirsiya girtina xwendekaran ji ber ku piraniya wan di nava meşan de cihê xwe girtine.
Rêxistin û partiyên ku li ser vê daxuyaniyê îmze kirin, hukumeta Sûriyeyê û wezareta wê ya Perwerdê ji bandora van biryaran ji milê exlaqî, qanûnî û dîrokê beranberî xwendekaran berpirsyare, her wiha bang li Rêxistina Navnetewî ya Perwerdê UNESCO kirin ku berpirsyariyên xwe yên di ber xwendekarên Sûriyeyê de bigire û zextê li rêjîma Sûriyeyê bike ku ji biryara xwe vegere û ezmûn li herêmên nêzî xwendekaran werin lidar xistin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em nûnerên hemû pêkhateyên li Hesekê ji Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Aşûr û Ermen in, em soz didin ku em dikarin pêdiviyên ezmûnan peydabikin û ezmûn bi awayekî durust bê lidar xistin.”
Partî û rêxistinên li ser daxuyaniyê îmze kirin ev in: Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, Encumena Niştimanî Kurdî, Koma Niştimanî ya Sûriyeyê, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniyan û Yekîtiya Mamosteyên Qamişlo.