Ji NY’yê pêşnûmeya sînordarkirina çavkaniyên aborî yên DAIŞ’ê

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmebiryara sînordarkirina çavkaniyên aborî yên DAIŞ’ê bi hevdengiyê qebûl kir.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmebiryara sînordarkirina çavkaniyên aborî yên DAIŞ’ê bi hevdengiyê qebûl kir.

Li gorî armanca pêşnûmeya ku ji aliyê Rûsyayê ve hate amadekirin û ji aliyê gelek welatan ve hate destekkirin, wê çavkaniyên petrol, firotina bermayên dîrokî û çandî, û dahata ji fîdyeyan û çalakiyên din ên ku DAIŞ’ê fînanse dikin bên sînordorkirin.

Li gorî vê pêşnûmeya ku ji bo welatên NY’yê ve tê qebûlkirin, wê ji bo astengkirina dahat û desteka aborî ya ku ji bo DAIŞ’ê tê, xebat bên meşandin. Her wiha banga astengkirina çavkaniyên van dahatan tê kirin.

Li gorî vê şerta NY’yê wê welat û kesên ku ji bo kirîn û firotina petrol, bermayên dîrokî û çandî yên DAIŞ’ê navbeynkariyê dikin, bên cezakirin.

Her wiha, li gorî pêşnûmeyê firotina amûrên ji bo karanîna rafînerî û petrolê yê ku wê ji bo DAIŞ’ê biçin bi temanê tên qedexekirin û welat, an jî komên ku bi awayekî yekser an jî ne yekser petrolê ji DAIŞ’ê bikirin an jî amûran bifiroşin DAIŞ’ê wê bêne cezakirin.