Ji MAZLUMDER'ê re hişyariya ji bo mafên mirovan

Ji MAZLUMDER'ê re hişyariya ji bo mafên mirovan

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê di Hefteya Mafên Mirovan de bal kişand ser mafên mirovan û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtika yên xwe mafên mirovan binpe dike.

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li ber Abîdeyê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu duxuyanî da çapemeniye. Daxuyanî bi tevlebûna revebir û endamên komeleyê pêk hat. Berî daxuyaniye Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê Abdurahîm Ay axavî û diyar kir ku nêzikatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî kurdan û pevajoya mûzekereyan a pirsgireka kurd rexne kir. Ay anî ziman ku hikûmeta AKP'ê demildest dev ji wan polîtika yên xwe berbide. Ay destnîşan kir ku di sedsala 21'êmîn de li Rojhilata Navîn polîtika yên qirej tên meşandin û hikûmeta AKP'ê jî hevkariya wan polîtikayan dike.

'JI BO MAFÊN MIROVAN GAVAN BAVÊJIN'

Ay bilêv kir ku nezikatiya hikûmeta AKP'ê a li hemberî mafên mirovan ya pêşberî welatiyên Suriyê û welatiyên Kobanê û êzdî ji hev cuda ye. Ay got ku hikûmeta AKP'ê mafên mirovan yê aştiyê bin pê dike. Ay anî ziman ku dewlet û hikûmeta AKP'ê ligel welatiyên ji bo mafên mirovan daketin kolanan jî ji bo tepisandinê wan binçava dike û digire. Ay banga sererastkirina zagonên a di qada mafên mirovan de pêk bînin kir. Ay bilêv kir ku ji bo mirov bigejin mafên xwe yên xwazeyî hewcehî bi gavan heye.

'HIKÛMETA AKP'Ê PEDIVIYÊN PEVAJOYÊ BI CIH NAYÎNE'

Endamê Desteya Rêveberiya MAZLUMDER'ê Parêzer Selahattîn Çoban têkildarî Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî xwand. Çoban diyar kir ku di salvegera 66'êmîn a qebulkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbuyî de di bin siya şer de peşvazî dikin. Çoban bilêv kir ku mixabin kesên ku hevkariya wî şerî dikin û dimeşînin jî di Hefteya Mafên Mirovan de peyamên aştiyê didin û ev gotinên ku bi devkî dibejin nakokiya herî mezin e. Çoban balkişand ser pevajoya çareserkiriya pirsgireka kurd û anî zîman ku hikûmeta AKP'ê di vê mijarê de berpirsiyariya xwe bi cih nayne û wiha got: "Her çiqas di destpeka pevajoyê de heviyên gel ên ji bo çareseriyê zedê bûn jî, ne di warê zagonî de ne jî ji bo sererastkirina şertên girtiyên nexwaşên de tu guhertin çênekirin. Li hember wan yekan peyvir û payeya polîsan a li hember çalakvanan zedê kirin."

'JI BO MAFÊN MIROVAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Çoban di dawiya axaftina xwe de got ku wan weke MAZLUMDER ji bo mafên mirovan têkoşîn meşandin û wiha pêdê çû: "Ji bo aştiyeke mayinda me bi teşebusên xwe hewl da ku piştevaniye bikin. Ji vê pê de jî ji bo aştiyê ji bo mafên mirovan em dê têkoşîna xwe bidomîn in."

Di dawiya daxuyanî de derbarê Hefteya Mefên Mirovan de bernameya çalekiyan yên dê ji aliyê komeleyê ve pêk bên hatin ragihandin.